Hevpeyvîna Qubad Talebanî li gel Piers Morgan derbarê Îranê de
Cîhan 11:46 AM - 2026-05-12
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Piers Morgan
Di hevpeyvînekê de ligel Piers Morgan di bernameya wî ya YouTube "Uncensored" de, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser şerê Amerîka-Îranê axivî û got, gelek baweriya min bi wê yekê heye ku Serok Trump dixwaze peymanek çêbibe, û her weha ez bawerim ku Îranî dixwazin peymanek çêbibe.
Li vir nivîsa hevpeyvînê ye:
Morgan: Şeva borî, Serok hevpeyvînek bi mîlyonan şopînerên xwe re parve kir û pesnê wî da wekî "peymançêkerek mezin". Belê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ew zilamê bi wan gotinên germ bû, û ew niha tevlî me dibe. Bi xêr hatin "Uncensored".
Qubad Talabanî: Spas dikim, Piers.
Morgan: Divê ez çi bibêjim? Birêz Morgan? Piers baş e. Hesta we çî ye derbarê wê yekê ku serok Trump hevpeyvîna we ya şeva borî ji nû ve weşand? Hûn kêfxweş bûn an hinekî şok bûn?
Qubad Talabanî: Bê guman, ez kêfxweş bûm. Ez matmayî mam, ji ber ku min gelek peyam ji gelek kesan wergirtin ku digotin Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevpeyvîna we ji nû ve parve kiriye, ji ber vê yekê divê ez bibêjim ku ez hinekî matmayî mam ku wî ew twêt kir, lê hûn dizanin, ez ne xemgînim ji ber ku we kiriye.
Morgan: Xala sereke ya hevpeyvîna we ew bû ku we ragihand ku Trump "westayê peymanê" ye û dikare peymanek mezin bike da ku şerê bi Îranê re biqedîne. Lê wek ku endamên komîteya min niha gotûbêj dikirin, em nikarin fêm bikin ka ew çawa dikare peymanek bike ku dê bihêle ku ew di demek nêzîk de bi her cûre îdîayek rewa ya serketinê ji vê rewşê derkeve. Hûn dikarin ji me re bibêjin?
Qubad Talebanî: Ez bawer dikim ku heger ji halê wê re bê hiştin, û heger ev danûstandinên rastîn bin di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de, ez bawer dikim ku peymanek heye ku dikare bighêjinê. Û ez bawer dikim heger peyman berfirehtir be ji nêrîna li dosyaya navokî an dosyaya mûşekên balîstîk, belku pakêteke tam be ku aborî, veberhênan û vekirina Îranê li ber aboriya cîhanî bibe nav de, hingê ez bawer dikim ku bêguman peymanek gengaz heye. Ji ber ku ev tişteke ku Îran dixwaze, ez bawer dikim ku ew ji vê bi tanyahiyê ku bi eşkereyî di encama şer de, û her weha di encama cezayên salên dirêj de dîtine, bêzare. Lewma ew ji karwana geşepêdana cîhanî paş de mane. Lê di heman demê de, fersenda geşbûnê, û geşbûna aborî ji bo Îranê û ji bo herêmê, û ji bo veberhênana Amerîkî, Ewropî û yên din li Îranê fersendeke mezin e. Lewma belê, ez bawer dikim heger peymanek hebe, û heger danûstandin di navbera Amerîka û Îranê de hebin û rê bi Amerîkayê bê dan ku vê peymanê bi cih bîne -û mebesta min bi peyva 'rê bê dan' ew e ku dewletên din destwerdanê nekin û hewl nedin mijarê ber bi aliyekî din ve bibin- wê demê belê, em dikarin peymanekê bibînin û dibe ku qezenc ji bo her du aliyan (Win-Win) hebe.
Morgan: Lê ji bo pêkanîna peymanekê, divê tu bizanî tu bi kê re danûstandinê dikî, û bizanî ku ew bi rastî di rewşekê de ne ku biryaran bidin. Tu di rewşeke baş de yî ji bo bersivdana vê pirsê, lê mebesta min, gelo em dizanin kî niha rêjîma Îranê bi rêve dibe?
Qubad Talebanî: Bêguman, bêguman. Ez bawer dikim ku axaftineke mezinandî heye derbarê hebûna perçebûnê di navbera dîplomat, Supaya Pasdaran û saziya olî de. Îran îro ji her demê bêtir yekgirtî ye. Lewma ramana ku dibêje: Em dikarin bi van kesan re bixebitin û bi wan re nikarin, ez bawer dikim ku hatiye mezin kirin, dibe ku ji aliyê kesên ku bawer dikirin ev şer dê di nava 48 demjimêran de bi dawî bibe. Rastî ev e ku Îran niha neteweyek yekgirtî ye, û gel li Îranê li dora hukûmeta xwe kom bûne, çi jê hez bikin çi nekin, vî şerî gelek tişt kirin ji bo yekkirina Îranê. Lewma ew kesên ku li ser navê Îranê danûstandinê dikin nûnertiya Îranê dikin, û ez bawer dikim ku ev yek karê Dewletên Yekbûyî hêsantir dike ku pê re mijûl bibe.
Morgan: Tu di wê baweriyê de ye ku Rêberê Bilind ê nû bi rastî hişyar e? Gelo em tiştekî derbarê rewşa wî ya niha de dizanin?
Qubad Talabanî: "Agahiyên min li ser vê yekê nînin, lê ez bawer dikim ku cewherê mijarê ne ev e. Rastî eve ku Îran li ser pêyên xwe ye û li hemberî derbên du artêşên herî bihêz ên cîhanê li ber xwe daye. Vegerê ser daxuyaniya destpêkê ya Serok Trump di destpêka şer de: Meriv dikare bêje ku wî armancên xwe yên leşkerî bi dest xistine. Nexwe baş e, de werin em bi pêş ve herin. Werin em niha li ser armancên ne-leşkerî biaxivin. Dîsa dibêjim, heger hûn ji penceraya teng a dosyaya navokî û dosyaya mûşekên balîstîk li vê mijarê binerin, ti peymanek pêk neyê. Lê heger ev yek berfireh bikin da ku pakêteke tiji ji aborî û vegerandina Îranê bo nav civaka navneteweyî bigire nav xwe, ligel bêtir teşwîq, deyn û veberhênanan, û beşdariya Banka Cîhanî û Fona Diravî ya Navneteweyî, ez bawer dikim ku peymaneke pir baş dikare pêk bê. Peymaneke ku ji bo Îranê guncaw be û wusa xuya neke ku dewletek milê ya din badide. Dîsa, ji bo ku peyman berdewam bike, divê ji bo her du aliyan baş be, û ez bawer dikim ku di nav armancên rasterast ên her du welatan de qada danûstandinê ya bes heye ku bigihîjin peymanekê û encameke erênî ji vê trajediyê derxin.
Morgan: Nêrînek pir balkêş e. Ez tenê dixwazim li ser tiştekî ku Scott Horton hefteya borî di bernameya min de anî ziman biaxivim, wî îdia kir ku kuştina 40 hezar xwepêşanderan di meha Rêbendanê(1) de ji aliyê rêjîma Îranê ve tenê xapandinek e... Tu derbarê rastiya tiştê ku di Rêbendanê de qewimî çi dizanî?
Qubad Talebanî: Em tenê dikarin texmîn bikin, Pierce. Ez nikarim bi rastî li ser hejmarê gotûbêj bikim, gelo ew kesek hat kuştin an 40,000. Xwepêşandan hebûn, û ew hatin tepeserkirin. Bandora wan xwepêşandanan û tundûtûjiya ku ji bo tepeserkirina wan hat bikar anîn texmînî ye, û hejmarên ji biçûk bigire heya mezin hatine texmînkirin. Rastiya ku em îro pê re rû bi rû dimînin ev e ku di dema vî şerî û piştî wî de, me serhildan nedîtine. Me nedîtiye ku mirov derkevin kolanan. Me nedîtiye ku kesên ku jê re 'pispor' tê gotin çi dibêjin li ser mirovên ku mijarê digirin destên xwe, wan nedîtiye. Ev nayê wê wateyê ku ew ê di pêşerojê de nebin, lê ew niha wisa nakin. Sîstemek damezrandî li ser desthilatdariyê heye, û berevajî tiştê ku me di sala 2003-an de li Sûriye an Îraqê dît, ew ne bi yek kesî ve girêdayî ye. Îran welatek e ku xwedî sazî ye – saziyên siyasî, hikûmetî, olî ye û erê, saziyên leşkerî. Ev sazî nêzîkî du mehan e ku karîne li hember êrîşan bisekinin. Wekî ku hûn dizanin, em di rewşek piştî şer de bi dînamîkek re mijûl dibin.
hawîrdoreke agirbestê ku tê de cîhan hewcedarê vekirina Tengava Hormizê ye da ku aboriya cîhanî baştir bibe. Ez di wê baweriyê de me ku Serok Trump peymanek dixwaze, û ez bi tundî bawer dikim ku Îranî peymanek dixwazin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku keşûhewa guncaw e. Hûn dikarin bibêjin ku dibe ku tenê welatek li cîhanê hebe ku peymanek naxwaze, û ez difikirim ku hûn dibe ku ji min çêtir dizanin ka ew welat kî ye.
Morgan: Belê, mebesta min ev e, Îsraîlê pir eşkere kiriye ku ew bawer dikin ku bi dawî nabe heya ku ew bi rastî uranyuma dewlemendkirî negirin û garantiyek negirin ku ti şiyana nukleerî ya guncaw li Îranê nemaye, ku ev ji min re nîşan dide ku ew plan dikin ku çalakiyên leşkerî yên din bikin.
Qubad Talebanî: Ew çawa dikarin vê yekê garantî bikin, Pierce? Ew çawa dikarin - em bibêjin ku ew niha uranyuma dewlemendkirî digirin - teknoloji li wir heye, zanîn li wir heye, niyet li wir heye, û tenê tiştê ku dê winda bibe fînanse ye? Ji ber vê yekê dibe ku sala bê dîsa dest pê bike. Ji ber wê şaşe ku em tenê bi çavên dosyaya nuklerî li Îranê binêrin. Îran ji bilî gefa 'Îraneke nuklerî' ye gelek tiştên din pêşkêşî cîhanê dike. Û ez di wê baweriyê de me ku em li vir cewherê paşgih dike - cîhan cewherê paşgih dike - hêzên cîhanî û welatên Ewropî cewherê paşgih dike. Îran welatek mezin e, ji hêla erdnîgarî ve mezin e, û ji hêla nifûsa xwe ya pir şaristanî ve welatek mezin e. Ew welatek bi sazî û avahiyên rêveberiyê yên pir pêşketî ye, ku dibe ku Rojava an Dewletên Yekbûyî jê hez nekin, lê îspat kirine ku pir nerm û pir stratejîk in. Û dîsa, ez her gav vedigerim ser vê yekê: Amerîkayê peymanek dixwaze, û ew li peymanek digerin, û ez difikirim ku heke ew bi tena serê xwe werin hiştin, ew ê ji van hemîyan peymanek baş bistînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

