WHO:Metirsiya belavbûna Vîrusa Hanta sînordar e
Cîhan 11:03 AM - 2026-05-09
Russia Today
Logoya WHO û Vîrûsa Hanta
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku metirsiya belavbûna vîrusa
Hanta, ku li ser keştiyek geştê li Okyanûsa Atlantîkê hate tomarkirin û jiyana
sê rêwiyan girt, gelekî sînordare.
Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Ev vîrus tenê ji bo kesê vegirtî metirsîdar e
Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Christian Lindmeier li
Cenevreyê ji rojnamevanan re got:Ev vîrusek metirsîdar e, lê tenê ji bo kesê
vegirtî,metirsî ji bo raya giştî pir kêm dimîne.
Vîrusa Hanta gelek caran bi rêya mîz, feq yan jî tifê, tê veguhestin
Ev vîrusa Hanta bi gelemperî ji kêzikên vegirtî, pir caran bi rêya mîz,
feq, an jî tifê, tê veguhestin,lê, pisporan piştrast kirine ku cureya Vîrusa Hanta
ya li ser keştiyê hatibû dîtin, kêm e û dikare ji mirovekî bo mirovekî din were
veguhestin.
Li gorî rêxistinê,du rêwiyên Holendî û jineke Alman canê xwe ji dest dan
û sê kes jî roja Çarşemê li Cape Verde ji keştiyê daketin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê duh roja Înê di daxuyaniyekê de
ragihand ku şeş haletên pêketina Vîrusa Hanta ji heşt haletên gumanbar hatine
piştrast kirin, û destnîşan kir ku hemî enfeksiyon "ji guhertoya vîrusa
Andes (ANDV) ne.
Çavkaniya belavbûna vîrusê hîn nayê zanîn, lê Rêxistina Tenduristiyê ya
Cîhanê ragihand ku yekem pêketina beriya destpêkirina geştê di destpêka Nîsanê
de hatiye tomar kirin, ji ber ku nîşaneyên nexweşiyê di 6ê Nîsanê de li ser
rêwiyê yekem ê ku mir, ku Holandiyek 70 salî bû, xuya bûn heyama di navbera pêketina
bi vîrusê û xuya kirina nîşanan de di navbera yek û şeş hefteyan de diguhere.
Wezareta tenduristiyê ya Arjantînê roja Pêncşemê ragihand ku tevî
şopandina rêya bûyera yekem, ew nekarîne çavkaniya pêketinê diyar bikin.
Vîrusa Hanta li hindek deverên Arjantînê, bi taybetî li Çiyayên Andê belav e
Vîrusa Hanta li hindek deverên Arjantînê, bi taybetî li Çiyayên Andê,
belav e, ku di salên dawî de salane herî kêm şêst bûyer lê hatine tomar kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
Cîhan 01:58 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

