Dahata Silêmanî ya hefteyê zêdeyî 2 Milyar Dînar e

Aborî 09:16 AM - 2026-05-08
şefafiyet PUKMEDIA

şefafiyet

Platformî Şefafiyetê

Dahata Silêmaniyê ji 2/5/2026an heta 8/4/ 2026an 2 milyar û 935 milyon û 792 hezar û 531 dînar bûye.

Malpera şefafiyetê ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên ne petrolê yên Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên Raperîn û Germiyan dahata hefteyekê eşkere kir ku 2 milyar û 935 milyon û 792 hezar û 531 dînare, ji wan 93% bi pere û 6% jî bi çekane.

Roja 15ê Kanûna 2022an, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Qubad Talebanî de bû xwediyê projeya şefafiyeta dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên ne petrolê yên Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên xweser yên Germiyan û Raperînê ji malpera şefafiyetê bizanin.

Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê https://https://shafafiat.com//, dahata van cihan dê her roj were weşandin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket