Salroja Kîmyabarana Goptepe û Esker û destpêka Enfala çarem
Kurdistan 09:32 AM - 2026-05-03
PUKMEDIA
Kîmyabarana gundên Esker û Goptepe
Îro 3/5/2026, sî û heşt sal di ser êrîşa kîmyayî ya li ser gundên Esker û Goptepe û destpêkirina jînosayda Enfal 4 ji aliyê rêjîma Beisê ve derbas bûn. Rêjîma Beis di 03-05-1988 de herdu dever û Çemê Rêzan bi çekên kîmyayî bombebaran kir di çarçoveya amadekariyên destpêkirina qonaxa çarem a operasiyonên Enfalê de, ku bandor li ser Kurdistanê kir, di 8 qonaxên li pey hev de, zêdetir ji 182 hezar qurbanî dan û zêdetir ji 4,500 gundan di encama vê bombebaranê de wêran bûn, herî kêm 400 kes jî şehîd bûn û 500 jî birîndar bûn.
Roja 03-05-1988`an Rêjîma Beis Goptepe û Esker bi çekên kîmyawî bombebaran kir di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok şehîd ketin ,xelk neçar man û berê xwe dabûn şikeftan daku xwe ji mirinê biparêzin û di 4 meha 5 hemen salê de di rêjîmê di bejahiyê re jî êrîşî navçeyê kirin û rûxand û şehîd di gorên bi komî de veşartin,hijmara ku çarenivîsên xwe ne diyar 1680 kes bûn.
Hêrişan ji qolên cuda ve destpêkirinÊrîşa li ser çar deverên Enfala Çarem ji çend aliyan ve dest pê kir, ji Çemçemal heta (Kanî Ereban, Şêx Palewan, Palke Reş), ji Teqteq heta (Qerenaw, Mixaras, Jigîle), Koyê heta (Şewgêr, Binarê Hacî Qela, Tîmarok, Kenara Rojava), Şuan (Culhan, Elî Bayan, Ban Kel), Qarahancîr heta Serxase, ji Gopale heta Gewrdê, ji Sûsêwe heta Ewalan, Çemê Sorqawşanê, ji Dukanê heta Klêse, ji Pirdê heta Çiya Çarmî, Galozî, Tulkî, Deşta Hewlêrê, ji Quştepe heta Keli Qeşqe, Deşta Hewlêrê, ji Hewlêrê heta Rojavayê Koyê, ji Şîwesor heta Turkman Bax, Narûce.
Hêzên beşdarvan di Enfala Çaremîn deDi operasyona Enfalê ya çaremîn de ev hêzên leşkerî û hejmarek ji yekîneyên artêşa taybet ên Rêjîma Baas a Sedam beşdar bûn:
*Fermandariya Hêzên Nasir bi pêşengiya Emîd Rukin Xalid Ehmed Îbrahîm.
* Hêza 46, bi fermandariya emîd Elî Ehmed Mihemed.
* Fermandariya Hêzên Parastina Neteweyî.
*Fermandariya Hêzên Parastina Petrolê bi pêşengiya emîd Bariq.
* Lîwa 38.
* Lîwaya Piyade ya Pêncemîn.
* Lîwaya Piyade ya Heştan.
* Lîwaya Piyade ya Duyemîn.
*Fermandariya foca yekem a bi serokatiya emîd Ala Mihemed Taha.
* Lîwaya Piyade ya 444.
* Lîwaya Piyade ya 110.
* Lîwaya Piyade ya 46.
* Lîwaya Yekem ji feyleqa Yekem.
*Beşa Komando.
* Lîwayên 65 û 66 ên hêzên taybet.
* Lîwaya 46 a mertal.
* Lîwaya Komando ya Lîwaya 28.
* Hejmarek ji focên Parastina Neteweyî.
* Li Silêmanî û Kerkûkê hêzên hawarçûnê
* Hêzên hewayî
* Sektora kîmyewî.
* Yekîneyên îstixbaratê û hejmarek hêzên din.
Qonaxên EnfalanHeşt qonaxên Enfalê hene:
*Enfal Yekem: Navçeya Silêmaniyê, ji 23ê Sibatê heta 19ê Adara 1988an devera (Sergelo) dorpêç kir.
* Enfala Duyem: Qeredax, Baziyan û Derbendîxan ji 22ê Adarê heta 1ê Nîsanê.
*Enfala Sêyemîn: Germiyan, Kelar, Bawenûr, Kifrî, Douz, Sengaw, Qadir Kerem, di 20ê nîsana heman salê de.
* Enfala Çarem: Di nav sînorên deşta (Zê ya Biçûk) de, yanî devera Koye, Teq Teq, Axcilar û Newşwan, ji 3ê Gulanê heta 8ê Gulanê.
* Enfala Pêncem,Şeşem û Heftem: derdora Şeqlawe û derdora wê roja 15ê Gulanê heta 26ê Tebaxê.
Enfala Heştem: Qonaxa dawî, Badînan, Amêdî, Akrê, Zaxo, Şêxan û Duhokê, ji roja 25ê Tebaxê û heta 6ê Îlona heman salê.
Salnameya tawanên Beisiyan li Kurdistanê16/3 Salroja êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçe.
22/3 Salroja êrîşa kîmyewî ya li ser Sêwsênan –Qaradag
14/4 Salvegera Enfalê, di vê rojê de di sala 1988an de herî zêde mirov li Germiyanê hatin girtin.
7/10 Salroja raguhastina 40 hezar Kurdan ku sala 1962 am hatibû encamdan.
31/7 Salroja Jenosîda Barzaniyan a 1983an.
18/8 Salroja Komkujiya Gundê Sûrîya 1969an hatibû encamdana.
4/9 Salroja kuştin û sirgûnkirina Kurdên Feylî ku sala1980an hatibû encamdan.
16/4Kîmyabarankirina Şêx Wesênan.
17/4 Kîmyabaran gundên Qizler, Senger û Mîlawke.
31/5 Êrîşa Kîmyewî ser Gundên Geliyê Balîsanê sala 1987an.
23/5 Êrîşên kîmyewî li ser gundên Kendol, Berdok, Bilê, Nazenîn, Balîsan,
28/6 Êrîşa kîmyayî li ser Serdeştê li rojhilat (Îran) sala 1987 an.
25/8 Kîmyabarankirina gundên Badînanê û komkujiya gundê Birjiniyê,
26/2 Sala 1988 an li gundên Sergelo, Helden, Yaxemser, Guêzîle, Geliyê Cefatî û Dukanê êrîşeke kîmyewî pêk hat.
3/5 Kîmyabarana her du gundên gundên Goptepe, Esker
Enfal li Îraqê li qada navneteweyî weke Jînosayd hat naskirinDi Hezîrana 2007ê de, Dadgeha Tawanan a Êraqê tawanên Enfalê wek jenosaydê pênase kir û biryarek ji bo qerebûkirina qurbaniyan derxist,heta niha hikûmeta Êraqê ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê çi gav neavêtiye.
Li ser vê biryarê, Civata Nûneran salek şûnda di 14ê Nîsana 2008an de, tawanên Enfalê wek operasyonên pilankirî yên bi armanca jinavbirina gelê kurd wek "jenosayd" nas kir û di sala 2017an de, Meclisa Nûneran biryar da ku di meha Nîsanê de.
Roja 14ê her sal divê rojeke niştimanî ya bîranîna qurbaniyên wan êrîş û jenosaydê be û li ser asta navdewletî pêngav bên avêtin ji bo naskirina tawana Enfalê wek jenosayd.
Nerwêc, Swêd, Brîtanya û Koreya Başûr operasyona Enfalê wek jenosaydê nas kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ew kar dikin ku ew wek jenosayd û ev doz li seranserê cîhanê bê naskirin.
Pêwîstî bi qerebûkirina qurbaniyan heyeTawanên ku rêjîma Be`is li dijî gelê Kurd encam daye, li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan weke qirkirin tê dîtin,dibe ku ji bo qurbaniyên tawanên hovane yên rêjîma Be`is ya Seddam qerebûkirin were xwestin.
Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlemana Kurdistanê, rêxistin, sendîka, parêzer, kesayet û malbatên qurbanî û şehîdên Enfalê, ji bo wergirtina qerebûya darayî weke mîratgirê dewlet û hikûmeta berê ya Êraqê, li Dadgeha Bilind a Federalî dozê vekin, wek ku li Kuweytê hat kirin, ji ber wê dive gelê Kurdistanê li ser biryara dadgeh û hikûmetê û encûmena nûneran were qerebûkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

