Tehran pêşwazî li destnîşankirina Elî El Zeydî dike

Îraq 10:29 PM - 2026-05-01
Wezîrê Derve yê Îranê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên bi Îraqê re dike Shetterstock

Wezîrê Derve yê Îranê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên bi Îraqê re dike

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî pêşwazî li destnîşankirina Elî Zeydî wek Serokwezîr kir û rêzgirtina Îranê ji bo serweriya Îraqê û piştgiriya wê ji bo aramiya siyasî ya Îraqê piştrast kir.

Eraqçî di postekê de li ser platforma X de diyar kir:Ez hilbijartina Çarçoveya Hemahengiyê ji bo destnîşankirina Serokwezîr pêşwazî dikim û pîrozbahiyê li Elî Felah El-Zeydî dikim ji bo destnîşankirina wî, di avakirina hikûmetê û xizmetkirina gelê Iraqê de serkeftinê jê re dixwazim.

Wezîrê Derve yê Îranê tekezî li ser rêzgirtina Îranê ji bo serweriya Îraqê û piştgiriya wê ji bo aramiya siyasî, pêşkeftin û hevkariya zêdekirî bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du neteweyan bike kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket