Aldar Xelîl:Gelê me gavên kirdarî dxwaze ji bo cî bi cîkirina sozên konferansa yekrêziya Kurd
Kurdistan 06:24 PM - 2026-04-26
ROZPRESS
Aldar Xelîl, endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Aldar Xelîl, endamê Desteya
Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), tekez kir ku pêwîste encamên Konferansa
yekrêziya Kurd li Sûriyê veguherînin gavên kirdarî yên berbiçav.
Xelîl di daxuyaniyekê de bi
boneya salvegera yekem ya konferansê got:Piştî derbazbûna salekê li ser Konferansa
yekrêziya Kurd li Sûriyê rewşê selimand ku gelê me li benda gavên kirdarî û
berpirsiyar e ku van sozan veguherînin rastiyek berbiçav ku yekrêziya me xurt
dike û mafên me diparêze.
Xelîl bang li hêzên siyasî
yên Kurd kir ku berpirsiyariyên xwe li hemberî gelê têkoşer yê ku qurbanî dane
û didin, hilgirin û got:Ev kêliya dîrokî, bi dijwarî û derfetên xwe, ji me
dixwaze ku em bi xwe re helwestek semîmî bigirin,rexnegirtin li xwe ne qelsiyek
e, lê bingeha hêz û nûjeniyê yeivê,d em bi wêrekî performansa xwe binirxînin.
Endamekî desteya serokatiya
Partiya Yekîtiya Demokratîk tekez kir ku yekrêziya Kurd êdî ne vebijarkek
duyemîn e, fermanek neteweyî û exlaqî ye û ew rêya herî kurt e ji bo parastina
destkeftiyan û bidestxistina xwestekên gel ji bo azadî û rûmetê.
Her weha hişyarî da ku
paşxistina gavên pratîkî "enê xizmeta wan kesan dike ku dixwazin me qels
bikin, lê yekîtiya me hêza me ya rastîn e.
Xelîl bang kir ku ev
salveger bi rêya karekî mezin veguherîne destpêkek nû, daku helwestek yekgirtî
were avakirin ku li gorî qurbanîdanên gelê Kurd û dîroka wan be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

