Di salvegera koça dawî ya şervan û Pêşmerge Wesfiya Benî Weys de
Kurdistan 10:12 AM - 2026-04-25
PUKMEDIA
Jina şoreşger Wesfiye Benî Weys
10 Sal bi ser koça dawî ya jina şoreşger Wesfiye Benî Weys re derbas dibe û birîna jidestdana wê hîn ji aliyê malbat û xwediyên wê ve nehatiye kewandin.
Îro roja Înê rêkefta (25-04-2025)an, 10`mîn salvegera koça dawî ya mamosteya nemir Wesfiye Benî Weys ku bi dayîka şehîdan tê bi navkirin e, û ji aliyê malbenda rêxistinên YNKê yê Bexdadê bi Şêra Çiyayan hatiye bi nav kirin, bi buyereke hatûçûnê jiyana xwe ji dest da bû.
Jiyannameya Wesfiyr Benî Weys...
Pakrewan û nemira doza gelê Kurd, Wasfiya Benî Weys, sala 1953`an, li bajarê Xaneqînê di taxa Mezre`eyê de, hatiye dine, bi xwe ji malbateke gelek welatperwer û Kurdistanî ye, yek ji malbatên herî xemxwerên bîrdoza netewaya Kurdistanî bûn, birayên wê, tevlî rêzên şoreşa netewî ya nuh li Başûrê Kurdistanê dibin, gelek fişar û zor û nerêkiya dadweriyê, ji aliyê rêjîma Êraqê ve, li dijî wê malbatê pêkhatiye û kok dest ji rastiya parastina doza gelê xwe ya rewa bernedan.
Nemira gelê kurd Wesfiye Benî Weys, salên destpêka xwendinê, li bajarê Xaneqînê bi dawî dike û piştre jî, ji ber xwendina zanîngehê, diçe bajarê Silêmaniyê û li wir tevlî xwendina zanîngehê dibe û di sala 1975 beşê kolîja wêjeli zanîngeha Silêmaniyê bi dawî dike.
Her weha ji sala 1974`an ve, peywendî bi Komeleya Rencedarên Kurdistanê ve kiriye û wek xebatkar û çalakvanekî jîr û jêhatî li nav bajar û civaka kurd li rêzên şoreşa nuh ya netewî ya Başûrê Kurdistanê dest bi tekoşînê kiriye.,ev jî wek min li jor amaje bi wê yekê kir ku 3 birayên wê jî pêşmerge bûn û piştî ku tevlî xebata çiyaên Kurdistanê bûn, di wê bare de, rêjîma Êraqê malbata wê ango dayîk û bavê wê, ji Xaneqînê derxistin û bi dare zorê birin ber bi başûrê Êraqê nîştecîh kirin.
Di sala 1976an li bajarê Kelarê wek mamoste hat damezrandin û piştre jî, ji aliyê rêjîma dîktetor ve, ji bo Tasloce re hat şandin û li wir dest bi karên mamosteyetiyê kir
Her weha endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û berpirsa nivîsgeha Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Wasfiya Benî Weys,di roja 26-04-2016`an de, bi buyereke hatûçûnê, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû... Hezar silav li canpakiya wê be.
Perde li ser wêneya tekîşera Kurdistanî mamosteya nemir Wesfiye Banî Weyis hat rakirin.
Her weha di roja Çarşemê, 25-05-2016`an de, li bajarê Silêmaniyê, di avahiya mekteba peywendiyên giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, perdeya rûmetê li ser wêneya tekoşera dêrîn ya Kurdistanî Wesfiye Benî Weys bi amadebûna endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed hat rakirin.
Her di wê barê de, Karwan Elî Şemar ku lawê mamosteya nemir Wesfiye Benî Weyse di rûpela xwe ya fermî de, nûçeya rakirina perdeyê li ser wêneya dayîka Şehîdan weşandiye ku ew çalakî bi amadebûna Hîroxan Îbrahîm Ehmed û Şanaz Îbrahîm Ehmed û hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî ew merasîma perde rakirina li ser wêneya dayîka Şehîdan birêve çû ye.
Hêjayî gotinê ye ku di roja pêncşemê 05-05-2016`an de, li Derbendîxanê jî, li ber tunêlê, wêneyeke mezin ya Dayîka Şehîdan mamoste Wesfiye Benî Weys ji aliyê çalakvanên wê deverê ve hat saz kirin û her weh li Raniya û Tasloce û wê rojê li bajarê Silêmaniyê, perde li ser wêneyên mamosteya tekoşer hat rakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

