Êzdî sersala nûh pîroz dikin
Kurdistan 09:31 AM - 2026-04-15
PUKMEDIA
Cejna Êzdiyan
Çarşema sêyem a meha Nîsanê Cejna Serê Sala Êzîdiyane ku
kevntirîn cejna wane. Bi vê boneyê li Lalişê şahiyan çêdikin, 365 çira hildikin
û xwarinê li ser feqîr û hejar re belav dikin.
Cejna Serê Salê bi "Çarşema Sor" jî tê nasîn, ku
ji êvara roja Sêşemê dest pê dike. Êzidî malên xwe dixemilînin û serdana gorên
ezîzên xwe dikin. Roja din ku çarşema yekem a salnameya Rojhilatî ya Êzidiyan û
çarşema sêyem a rojmêriya Zayînî ye, li Perstgeha Lalişê dest bi pîrozbahî û
ahangan dikin. Ev merasîm di bin serpereştiya Baba Şêxê Êzidiyan de tê kirin,
agir li perstgehê tê dadan û piştre 365 çira (bi qasî hejmara rojên salê) tên vêxistin.
Armanc ji vê agirvêxistinê dûrxistina ruhên xerab û nîşana hatina xêr û xweşiyê
ye.
Di Çarşema Sor de, her malbateke Êzidî hinek hêkên kelandî
amade dikin, wan reng dikin û li ser malên hejar belav dikin. Herwiha, ew di vê
mehê de zewacê nakin, ji ber ku di wê baweriyê de ne ku bihar meha geşbûna
kulîlk û çîçekaneye.
Êzidî di salekê de şeş cejnên wan hene, ew jî: Cejna Rojiyên
Êzî, Çarşema Serê Nîsanê, Xidir Elyas, Cejna Çileyê Havînê û Çileyê Zivistanê,
Cejna Qurbanê.
Serjimarên ji bo Êzidiyên li Îraqê nîşan didin ku hejmara
wan 500 heta 700 hezar kes in û li her du bajarên Şêxan li bakurê parêzgeha
Mûsilê û Şingalê li ser sînorê Sûriyê bi dûrahiya 80 kîlometre ji parêzgeha
Mûsilê bi cih bûne, ku gelek bajarok, gundên mezin û piçûk û kampên nîştecîbûnê
li xwe digirin, her wiha qezayên Zaxo û Sêmêl li parêzgeha Duhokê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

