Namzedê YNKê wek serokê Îraqê hat hilbijartin
Kurdistan 06:20 PM - 2026-04-11
PUKMEDIA
Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê
Îro Şemî
rêkefta (11-04-2026) an Nîzar Amêdî, yekane namzedê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), bi amadebûna 252 endamên Civata Nûneran ya Îraqê wek serokkomarê
Îraqê hat hilbijartin,ev jî di demekê de ye ku di gera
yekem ya hilbijartinê de, wî hejmareke mezin ji dengan bi dest xist, lê reqîbên
wî pir kêm deng wergirtin.
Berî
hilbijartinê, Dr. Letîf Reşîd û Aso Ferîdûn, ku berê xwe ji bo vê postê
berbijêr kiribûn, berbijêriyên xwe vekişandin û Nîzar Amêdî, Musene Emîn û Fuad
Husên wekî berbijêrên Kurd man, ev tevî wê
yekê ye ku li gorî rêkeftina siyasî ew post ji bo Kurdan hatiye diyarkirin.
Di gera
yekem a rûniştinê de, Nîzar Amêdî, yekane namzedê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), 208 deng bi dest xist û di nav reqîbên xwe de yekem bû, lê ji
ber ku dengên kêm ji bo serketinê mabûn, hilbijartin çû gera duyem.
Nîzar
Amêdî di gera duyemîn ya dengdanê de bi 227 dengan wekî serokkomarê nû yê Îraqê
hat hilbijartin, ji ber ku di gera duyemîn de,
namzedê serkeftî tenê pêdivî bi 50 + 1 dengan heye û namzedê YNKê ji vê bêtir
deng bi dest xist û bû serokkomarê nû yê Îraqê.
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê de, ku di
11ê Mijdarê de pêk hatin, 18 kursî bi dest xist.
Li gorî
rêkeftinan, posta serokomariya Îraqê dê ji bo Kurdan û Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) di nav Kurdan de be, her çiqas
Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) dixwaze ji bo du xulan vê postê ji YNKê
bistîne jî, lê nikare.
Her weha posta cîgirê serokwezîr ji bo Şîeyan e,
posta serokê parlemanê jî ji bo Sunniyan e, Tê çavrêkirn
ku bi hilbijartina namzedê YNKê ji bo posta serokkomariyê di zûtirîn dem de
posta serokwezîr diyar bike û Îraqê ji valahiya yasayî rizgar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

