Xanım Şanaz:Dr. Letîf Reşîd bi berpirsiyarî Îraqê bi rêve bir
Kurdistan 05:40 PM - 2026-04-11
Ragihandina Şanaz Îbrahîm Ehmed
Xanım Şanaz û Dr. Letîf Reşîd
Şanaz
Îbrahîm Ehmed, peyamek belav kir ku têde hatiye: Ew bi mîrateya ku mêr û hevalê
wê, Ebdulletîf Cemal Reşîd, hiştiye serbilind e û dibêje:Gelek
ji destkeftiyên wî yên berhemdar neketin sernavên rojnameyan, lê hewildanên wî
yên li pişt perdê, rola wî di kêmkirina aloziyan, ji nû ve
vekirina rêyên ragihandinê, parastina Îraqê ji ketina nav nakokiyên herêmî û
rêvebirina welêt ber bi rêyeke pêşketîtir û aramtir lîst.
Naveroka
peyamê:
Welatiyên
Îraqî yên hêja
Bi
bidawîhatina erkên fermî yên mêr û hevalê min yê jiyanî, Ebdulletîf Cemal Reşîd
wekî serok, ez bi mîrateya bêdawî ya ku serokatiya wî ji me re hiştiye
serbilind im.
Welat û
herêma me bi salan e ku têde alozî û bê aramî heye.
Di vê
demê de, min dît ku wî çawa bi durustî û hestek bilind ya berpirsiyariya
neteweyî li hember welat û gelê Îraqê serokatiyê dikir di kêliyên fişar
û dubendiyê de, wî li şûna sextekariyê aqil hilbijart û li şûna pevçûnê diyalog
kir pîşeyê xwe.
Gelek ji kar
û destkeftiyên wî yên berhemdar neketin sernavên rojnameyan, lê hewldanên wî
yên li pişt perdê, rola wî di kêmkirina aloziyan, ji nû ve vekirina
rêyên ragihandinê, parastina Iraqê ji ketina nav nakokiyên herêmî û rêvebirina
welêt ber bi rêyeke pêşketîtir û aramtir de rolek lîst.
Di heman
demê de, divê em vê rastiyê eşkere bikin ku ger di vê heyamê de yekîtiyek
mezintir, piştgiriyek berfirehtir û çalakiyek kolektîf a bihêztir hebûya,
destkeftiyên pir mezintir dikarîbûn bi dest bixin.
Ez her
wiha serbilind im ku, wekî Xanima Yekem, min piştî çil û pênc salan beşdarî
merasîmek veşartina bi rûmet ji bo qurbaniyên Enfalê di gorên komî de bû û
piştgirîkirina hewildanên ji bo destnîşankirina qurbaniyên winda di gorên komî
de ku birînên wan hîn jî di axa me de ne, bo cara yekem jî, platforma
Ofîsa Xanima Yekem ji bo balkişandina ser zarokên kêmendam û gelek pirsgirêkên
din yên mirovî yên ku nêzîkî dilê min in, hat bikar anîn.
Bi heman
awayî, min hewl da ku piştgiriyê bidim jinên Îraqî, yên ku carekê di pêşengiya
tevgera jinan ya herêma me de bûn, Lê belê,
di dehsalên dawî de, dengê wan gelek caran hatiye paşguhkirin,ez hêvî dikim ku
min kariye beşdarî peydakirina derfetên rastîn ji bo beşdarbûna di jiyana
giştî, perwerde û rêbertiyê de bibim.
Nivîsgeha
Xanima Yekem ji destpêkê ve saziyeke nû û carinan jî nakok bû,her
çend xebata min ya mirovî, parêzvaniya mafan û çalakiyên sivîl gelek berî vê posta
fermî vedigerin jî, lê ev post û platform derfet da min ku ez Îraqê
li ser sehneya navneteweyî temsîl bikim, çi di konferansên navneteweyî yên li
ser guherîna avhewayê de be çi jî di xebata mirovî de be.
Di salên
dawî de, Nivîsgeha Xanima Yekem di xizmetkirina berjewendîyên neteweyî û
piştgirîkirina pêşketina jinan de roleke bibandortir lîstiye.
Ez hêvî
dikim ku ev ezmûn wekî rewşek îstîsna neyê dîtin, lê wekî destpêkek were dîtin.
Ez li vir
dixwazim spasiya hemû tîma xwe ya li vir bikim, ku bê westan û pir caran dûrî
kamerayan kar kirin daku piştgiriyê bidin Xanima Yekem û peyama me,ez wan ji bo
dilsozî, jêhatîbûn û baweriya wan a bêdawî bi xizmeta giştî pesnê wan didim.
Pabendbûna
min ji bo Îraqê, gelê wê û pêşeroja wê neguheriye,ez hêvî dikim ku berdewam
bikim li gorî wijdan û baweriyên min.
Şanaz
Îbrahîm Ehmed
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

