YNKê bi xwînê Destana Korrê tomar kir
Kurdistan 09:56 AM - 2026-04-11
Arşîv
Destana Korrê ya YNKê bû
Destana
Korrê ya Yeketiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye û hin aliyên din piştgirî dan wê û
gelek ên din jî reviyan û vekişiyan, lê hêzên berxwedanê li xaka Kurdistanê bi
ser ketin û artêşa Beisê dîktatoriyek têkbir.
Di wê destanê de, ku di xwîna 11 şehîdan de hatiye tomarkirin, neh şehîd
pêşmergeyên YNK`ê bûn û yên din jî Tevgerên Îslamî bû ku di Eniya Kurdistanê de
bûn û ew destan di 11-4-1991an de hatiye tomarkirin
Fermandar û
Pêşmergeyê berê yê YNK`ê Fedo Mexmûrî ku beşdarî destana serekî ya Korrî bi bû
ji malpera fermî ya YNK`ê PUKMEDIA`yê re ragihand: Di dema Kora sala
1991`an de piştî ku Hewlêr û Mesîf ji aliyê hêzên rejîma Be`s ve dagîrkirin, bi
serokatiya Kak Kosrat Resûl Elî komek pêşmerge li Şeqlawa lihevciviyan û tê de
kak Kosret ragihand: "Eger hûn berxwedanê bikin gelek başe, hingî Şehîd
Rêbaz bal kişand ser vî karî ku ew herêma ku rêjîma Be`esê armanc dikir êrîş
bike ser û kontrol bike.
Yan emê şehîd
bibin yan jî emê rêgiriyê li êrîşa Rêjîma Beis bigirin
Fedo Mexmurî
wiha ragihand: "Hikûmeta Bees di pêşengiyê de bû, hêzeke mezin ji sê
lîwayan pêk dihat û hemû jî hêzên taybet bûn, ji bilî wê jî, bombebarana herêmê
û piştî ku em hatin Ezûran me biryar da:Yan emê li wir şehîd bikevin yan jî emê
rê li pêşiya êrîşa Bees bigirin.
Di
dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Mexmûrî her wiha got:Piştî dabeşkirina herêmê ji
hêzên ku li ser rojhilat û rojava ne, beşa rojhilat bi hêzên YNKê û tîmeke
Zehmetkêşan û "Tevgera Îslamî hatin erkdarkirin û beşê rojava jî ji bo
Partiya Demokrata Kurdistanê, Partiya Komunîst û Partiya Sosyalîst hatin erkdarkirin.
Zebark bihêz li hêzên dijmin ket
Her wiha
behsa wê yekê jî kir ku dema wan li ser kontrolkirina her du aliyan lihev
kirin, hêzên Rêjîma Beis ji derbenda Korrî ve dihatin, demjimêr 4:00 piştî
nîvro di 11`ê Nîsana sala 1991`an de hêzên rêjîmê dest bi tevgerê kir û piştî
ku nêzî hêzên me bûn, şer derket û em gihîştin hêzên dijmin û me bi tena serê
xwe rê neda hêzan rejîmê werin pêş.
lê ji ber ku li cihê rojhilatê ku hêzên PDKê û Eniya Kurdistanê li wir bûn,
hêzên rejîmê ew navçeya wan bi dest xistin û dagîr kir.
Her weha ew
jî got:Piştre peywendî li gel Kak Kosret Resûl kirin û hêzeke YNKê hat hwê
navçeyê, ku ji aliyê hin fermandarên YNK`ê ve hat birêvebirin, piştî demekê şer
berferehtir bû, di encamê de, navçeya Rojava jî hat rizgar kirin.
Li gorî
fermandarê berê yê YNK`ê û pêşmergeyê ku bi xwe tevlî şer bûye, piştî têkçûna
hêzên dijmin, di 11 '`ê Nîsana 1991`an de li derdora nîvro bû. Her weha piştre
jî, rejîma Bees ê şandeyek şandibû ji bo goftûgoyan bikin û piştre li Şeqlawayê
dest bi danûstandinan hat kirin.
Aliyên ku pêşmergeyên YNK`ê tê de şer dikirin hatin azad kirin
Her weha
derbarê şer, Hecî Mesîfî dibêje:Aliyê rojhilat ji bo YNKê bû li kolana derve ya
şevê ku diyarî şehîd fermandar Hesen Kiwêstanî hat kirin û li rojava jî hêzên
din yên eniy Kurdistanî bûn, weke Partiya Demokrat ya Kurdistanê, Partiya
Sosyalîst, Partiya Komunîst, Partiya Gel, dema ku şer di 11`ê Nîsana 1991`ê de
li rojhilat rû da,dijmin tenê karîbû cihekê dagîr bike ku tê de Pêşewa Farûq
şehîd ket, lê li aliyê rojava dijmin karîbû hemû çiyayan dagîr bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

