Firokeyek şer ya Amerîkî li ser Îranê hate xistin

Îraq 10:17 PM - 2026-04-03
Firokek F-15E ya hêza esmanî ya Amerîkî heman modela ku li ser Îranê hatiye xistin PA

Firokek F-15E ya hêza esmanî ya Amerîkî heman modela ku li ser Îranê hatiye xistin

Amerîka Îran

Du berpirsên Amerîkî îro roja Înê ji Reutersê re ragihandin ku balafireke şer ya Amerîkî li ser Îranê hatiye xistin û operasyoneke lêgerîn û rizgarkirinê ji bo kesên sax mane berdewam dike,ev yekem bûyera wiha ye ji dema ku şer nêzîkî pênc hefteyan berê dest pê kiriye.

Ajansa Tesnîm ya dewletê di destpêka rojê de ragihand ku lêgerîna ji bo her tîma windayî heta niha bêserkeftî bûye.
Bi awayekî cuda, li ser Fars News, pêşkêşvanekî got: Ji bo her kesê ku firokvanek yan firokvanên dijmin bigire xelatek tê pêşkêş kirin.

Sekretera çapemeniya Koşka Spî Karoline Leavitt ji CNNê re aşkere kir ku Serok Trump hatiye agahdarkirin.

Li gorî Reutersê, yek ji berpirsên Amerîkî got ku ew firok firokek şer ya F-15 bû.

Li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, heta niha 13 leşkerên Amerîkî di şer de hatine kuştin û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne lê Îranê tu leşkerên Amerîkî negirtine.

Çavkanî: Reuters

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket