Şerê Îranê berdewame û guftûgo jî pir baş bi rêve diçin
Cîhan 09:03 AM - 2026-03-27
PUKMEDIA
teqîn
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê derbasî meha duyemîn
dibe, hîn jî alî di êrîşên xwe de berdewam in û çareseriya dîplomatîk bûye
beşek ji guherînên şer, ku li gorî gotina Serokê Amerîkayê, guftûgoyên bi Îranê
re pir baş bi rêve diçin.
Îro 27ê Adara 2026an, li devera Çîtgar a li rojavayê
Tehranê dengê teqîneke bihêz hat bîstin, her weha navend û rojhilatê bajêr jî
bûn armanca êrîşên asmanî, tevî vê yekê, çendîn pêgehên leşkerî li bajarê
Kaşanê yê li navenda Îranê hatin bombebarankirin.
Her bi sedema berdewamiya êrîşan, li bajarê Qumê şeş kes
hatin kuştin.
Ji aliyeke din ve Îran di êrîşên xwe yên li ser Tel Ebîbê
de berdewam e û çendîn mûşek ber bi wî bajarî ve avêtin, lê beşekî zêde yê wan
ji aliyê pergala berevaniyê ve hatin xistin.
Her wiha, artêşa Pasdaran ragihand ku wan pêleke nû ya
êrîşan bi moşek û dron bo ser armancên leşkerî û enerjiyê li Îsraîlê pêk aniye.
Li aliyê din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku
wan zêdetirî 10 hezar armanc li navxweya Îranê bombebaran kirine; her wiha
diyar kiriye ku %92ê keştiyên mezin ên hêza deryayî ya Îranê jî ji nav birine.
Têkildarî hewildanên bo rêkeftin û çareseriya dîplomatîk, di
roja 26.03.2026an de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrîşên leşkerî
yên wêranker ên bo ser wêstgehên kehrebê û jêrxaneya enerjiyê ya Îranê, bo dema
10 rojan hatin rawestandin.
Trump li ser platforma Truth Social ragihand: Dema
wêrankirina wêstgehên enerjiyê heta roja duşemê, 06.04.2026, paş dixim.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

