Şerê Îran û Amerîkayê bûye sernavê medyaya cîhanî
Cîhan 12:44 PM - 2026-03-25
PUKMEDIA
Rojnameyên cîhanî
Medyayên cîhanî di sernivîsên xwe yên sereke de behsa şerê navbera Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dikin. Her medyayek bi şêwazeke cuda li şer dinêre û şirove û peyketinê bo dike. Beşa wergerê ya PUKMEDIA beşek ji nûçe û raporên medyayên cîhanî ji bo we pêşkêş dike:
Washington Post
Nûçeya sereke ya rûpela yekem behsa wê dike ku danûstandinên navbera Amerîka û Îranê ji bo dîtina çareyeke bi mebesta bidawîbûna wî şerê ku nêzîkî çar hefte ne berdewam e, dest pê kirine.
Rojnameya (China Daily) ya Çînî
Ku yek ji girîngtirîn rojnameyên bi zimanê îngilîzî li Çînê derdikeve, di nûçeyekê de behsa berdewamiya şerê Îran û Amerîkayê dike û eşkere dike: Ziyanên canî û madî yên şer roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçin.
Rojnameya Haaretz
Manşêta wê behsa şer dike û dibêje, her gotineke derbarê rawestandina şer di niha de, tenê taktîkeke ji bo bidestxistina demê û birêxistinkirina karan, û ti aştiyek di rojevê de nîne.
Rojnameya Sydney Morning Herald a Awistralyayî
Nûçeya sereke derbarê krîza sotemeniyê û şerê Amerîka û Îranê ye. Her wiha di nûçeyekê de behsa wê dike ku serkêşiya Amerîkayê di nirxandina helwesta xwe ya li hemberî Îranê de xeletî kiriye.
Rojnameya New Zealand Herald
Manşêta wê dibêje: New Zealand ji bo nêzîkî (7) hefteyan yedeka sotemeniyê têra wê dike, di demekê de ku cîhan ji ber aloziyên Rojhilata Navîn di nav fikarê de ye, lê hikûmetê xelk piştrast kiriye ku sotemeniya pêwîst li welat heye.
Rojnameya (New York Times)
Di rûpela xwe ya yekem de behsa guftûgoyên Amerîka û Îranê dike û her weha nûçeyek wê heye derbarê danûstandinên van her du welatan ji rabirdûyê heta niha.
Rojnameya (Jerusalem Post)
Di rûpela xwe ya yekem de behsa danûstandinan û bidawîbûna şerê Amerîka bi Îranê re dike. Nûçeyeke din jî tê de heye ku dibêje: Divê xelk di mijara kontrolkirina Tengava Hormiz de lezê nekin, ji ber ku ew ne ewlewiyeta niha ye. Her weha behsa kûrbûna hevahengiya navbera Amerîka û Îsraîlê di şer de dike.
Rojnameya (Financial Times) ya Amerîkî
Di manşeta xwe de behsa Trump û dijberiya daxuyaniyên wî yên derbarê şer de dike û dibêje: Daxuyaniyên Trump ne cîgir in û xelk nikare bizanibe Trump di vê şerî de çi dixwaze.
Rojnameya Wall Street Journal nûçeyek derbarê hewildanên hêminkirina şer û bandora wê li ser aboriyê weşandiye û dibêje: Daxuyaniyên Trump bazaran aram kirine û bihayê neftê daxistine.
Her wiha di nûçeyeke din de balê dikişîne ser bandora şer li ser girtiyên li Îranê, piştî ku êrîşên asmanî gihîştine navçeyên girtîgehan û jiyana wan xistiye metirsiyê. Her wiha behsa giranbûna bihayê xizmetguzariyên girtîgehên Îranê dike, wek çavdêriya tenduristî û serkurtkirinê, ku bûye sedema pirsgirêkan ji bo girtiyan.
Amadekirin: Beşa Wergerê ya PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

