Helebce ji sêzdeh mal bû Parêzgeh
Kurdistan 10:39 AM - 2026-03-16
PUKMEDIA
Helebce
Dîroka Helebceyê vedigere serdema Lulubiyan sala 2000 berî zayînê. Di sala 641an de artêşa Îslamê şaristan ji destê Împeratoriya Sasanî rizgar kir û bû beşek ji Împeratoriya Misilmanan.
Di sala 1700 de, eşîra Sêzdeh mal, Helebçe ji nû ve ava kirin, paşê Cihû hatin bajêr û taxek Cihûyan ava kirin. Di serdema Mihemed Paşa Caf de çend mîrên Cafê hatin û li taxa Paşa Reşmal çend xanî ava kirin. Dûv re, mirovên din hatin û eşîrên Cafan derxistin û ew bêtir avadanbû û pêşket.
Berî ku bibe navçe, şaxekî navçeya Gulanbar (Xurmal) bûye. Di sala 1889an de bû navçe û Osman Paşa Caf bû yekem parêzgarê Helebçeyê. Jina wî Adîla Xanim jî bû hakimê Helebçeyê.
Li gor amarên Brîtanîyayê, nifûsa wî bajarî di sala 1920 de 6509 kes bû û îdareya Pêncwên, Xurmal, Warmawa û Derbendîxanê dikir.
Helebçe cihê jidayikbûna gelek helbestvanên Kurd ên mezin ên wekî Ehmed Muxtar Caf, Mewlewî , Abdullah Goran, Tahir Bag Caf, Qani` û hwd.
- Dibistana yekem sala 1919`an tê de hate avakirin
- Yekem otomobîl di sala 1924 de li bajarokê xuya bû, û paşê di heman salê de telegraf hate danîn.
- Yekem nexweşxane di sala 1929an de hatiye avakirin, dûv re jî di heman salê de av tê dabînkirin.
- Di sala 1933an de yekem dibistana keçan hat vekirin.
- Di sala 1936'an de yekem jenerator hatiye bikaranîn.
- Di sala 1939'an de yekem şanogerî ji aliyê lîstikvanên navdar Ehmed Cutyar û Salih Mela Ehmed ve tê lîstin.
- Di sala 1945an de yekem dibistana navîn hat avakirin û parka giştî di heman salê de hat vekirin.
Di salên 1930-an de li bajarokê Helebçe sê tax hebûn bi nave ( Paşa, Pîr Mihemed û Sara) ku bi giştî nêzî 500 xanî pêk dihatin.
Di sala 1952’an de gelê Helebçe bi pêşengiya Ehmedê Hacî Rehîmê navdar li dijî desthilatdariyê serhildanek da destpêkirin.
Hikûmeta Êraqê di 26ê Nîsana 1974an de bajarok bombebaran kir û di encamê de 100 kes hatin kuştin.
Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas bajarok bi çekên kîmyewî bombebaran kir û di encamê de herî kêm 5 hezar sivîl hatin kuştin.
Rûber û nifûsa HelebçeyêRûbera wê 1599 kîlometreçargoşe ye, û dema ku ew beşek ji parêzgeha Silêmaniyê bû, ji sedî 39.9ê tevahiya rûbera parêzgehê pêk dianî.
Heta êrîşa kîmyî, nifûsa wê ji 70,000 zêdetir bû, li gorî amarên sala 2013an, nifûsa wê 186,0 kes bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

