Hejmara ziyanên şer yên madî û canî yên 15 rojan
Cîhan 03:42 PM - 2026-03-14
Reuters
Êrîşeke bombeyî li paytexta Tehranê
Şerê Amerîka
û Îsraîlê li dijî Îranê ketiye hefteya xwe ya sêyemîn û ev yek li herêmê û
cîhanê bûye sedema aloziyên ewlehî, aborî û enerjiyê.
Şer dê berdewam bike
Dema ku Amerîkayê
û Îsraîlê di 28ê Sibata 2026an de êrîşî Îranê kirin, gelek analîstên siyasî û
leşkerî bawer dikirin ku şer bi sînor e û dê di nav kêmtir ji du hefteyan de
biqede, lê piştî sê hefteyan, şer berdewam dike û hîna jî yekalî ye, hevrikên
hev çi niyeta danûstandin yan rawestandina şer nînin.
Hejmara
qurbaniyan li Îranê zêde dibe
Ajansa
Mafên Mirovan ya Herana di raportekê de got ku di şer de herî zêde Îran ziyan
dîtiye, gelek fermandarên leşkerî hatine kuştin û li gorî raportên serokê wê yê
bilind heta niha herî kêm 1348 kes hatine kuştin.
Li gorî
raportên Ajansa Mafên Mirovan a Herana, li Îranê mirov hatine kuştin û 17 hezar
kes birîndar bûne, di heman demê de 1100 zarok jî birîndar bûne an hatine
kuştin.
Zêdetirî 21 hezar cihên sivîlan bûne armanc
Heyva Sor ya
Îranê got ku zêdetirî 21 hezar û 720 cihên sivîlan, di nav de 17 hezar û 353
yekîneyên niştecîhî, 4 hezar û 122 kargeh û 160 navendên tenduristiyê, di nav
de nexweşxane, û navendên tenduristiyê yên awarte û xanîyên pîran hatine armancgirtin
û heta niha, neh nexweşxane têk çûne û 69 xwendingeh jî hatine hedefgirtin.
Du ji sêyan ji baregehên avêtina mûşekan yên Îranê hatine wêrankirin.
Derbarê ziyanên
leşkerî de, Bloomberg û New York Times, ji çend çavkaniyan, dîtin ku du ji
sêyan ji sekoyên avêtina mûşekan yên Îranê hatine wêrankirin.
Di heman demê de, dabînkirina wusze ya Îranê ji ber bombebaranên Îsraîlê yên li
ser benzînxaneyan li başûrê Tehranê hefteya borî bi giranî ziyan dîtiye, ku
bûye sedema qirêjiya jîngehê û Girava Xargî, ku pişta aboriya Îranê ye, armanc
girtiye ku zêdetirî 90 ji sedî ji hinardekirina petrola xav a Îranê di giravê
re derbas dibe, ku yek ji mezintirîn termînalên barkirina petrolê yên cîhanê lê
ye.
Pêla 48an ya mûşekên Îranê
Di heman
demê de, Îran êrîşên xwe yên bi mûşek û dronan li ser Îsraîl û welatên din yên
herêmê didomîne, heta niha 48 pêlên mûşekan di Operasyona Weid Sadiq de hene, van
welatan ev êrîş pêk anîne.
Ziyanên Îsraîlê pir zêde ne
Li
gorî amarên herî dawî yên wezareta tenduristiyê ya Îsraîlê, 2 hezar û 745 kes
birîndar bûne, ku 85 ji wan hîn jî li nexweşxaneyê ne û dermankirinê dibînin,
di heman demê de 13 kesên din jî di êrîşan de hatine kuştin.
Zêdetirî 9 hezar Îsraîlî daxwaza qerebûyê dikin
Rojnameya
Jerusalem Post ragihand ku heta niha 9 115 kesan ji bo zirara ku ji ber êrîşan
çêbûye, di nav de 1485 wesayît, tezmînat xwestine, ya din jî ziyana madî bû, ku
bi tevahî bi qasî 2.9 mîlyar şîgil, yan jî bi qasî 922 mîlyon dolar bû û di şer
de
13 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û zêdetirî 150 leşkerên din jî birîndar bûne.
Ziyan û zirara şerê li ser Amerîka pir mezin in
Sê
balafirên F-15E li Kuweytê û balafireke sotemeniyê li Îraqê hatine xistin, ji
bilî 11 qurbaniyên din ku ziyana wê bi qasî 400 milyon dolarî tê texmînkirin,
ji bilî xerciyên hefteya yekem yên şer, Amerîkayê 11.3 milyar dolar xerc
kirine.
Bihayê petrolê ji 100 dolarî derbas bû
Îranê di
destpêka şer de Tengava Hurmuzê ji bo tankerên petrolê girt, ev yek bû sedema
bilindbûna buhayê petrol ku petrolê Brent bi 103.10 dolarî bermîlek dihat
firotin, di heman demê de petrola Teksasê bi 98.71 dolarî bermîlek dihat
firotin.
Esamên welatên herêmê girtî dimîne
Bi
destpêkirina şer re, welatên herêmê ji bilî Îran û Îsraîlê qada xwe ya hewayî
ji bo hemû geştan girtin, heta niha 52 hezar geşt li Rojhilata Navîn hatine
betalkirin û bihayên bilêtên balafirgehan bi girîngî bilind bûne.
Rewşa şer di hefteya sêyemîn de
Di hefteya
sêyemîn de, êrîş berdewam dikin û hem Îran û hem jî Amerîka dixwazin xwe wekî
serketî nîşan bidin, çi amadehiyek ji bo danûstandin û rawestandina şer nîşan
nedane, Serokê Amerîka Donald Trump herî dawî got:Emê hefteya bê êrîşan
dijwartir bikin, Îran ji bo agirbestê mercên xwe hene û ji bo pêşîgirtina li
dubarebûna êrîşan û qerebûyan gerantiyên navneteweyî dixwaze ku Îran bi biryar
e ku şer rawestîne û şer bi postek Twitterê nayê rawestandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

