Ji bo koça dawî ya Salih Muslim peyamên sersaxiyê

Kurdistan 11:04 PM - 2026-03-11
Serokê Koçkirî Salih Muslim PUKMEDIA

Serokê Koçkirî Salih Muslim

Îşev rêkefta 11-03-2026 an Salih Muslim Mihemed, yek ji kesayetên siyasî yên herî navdar yên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir bi vê mebestê, gelek peyamên sersaxiyê ji malbata wî re hatin şandin.

Naveroka sersaxiyê:

Serok Bafil: Salih Muslim faktorekî bihêz di yekîtiya me de bû

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji ber koça dawî ya Salih Muslim sersaxî ji malbat û gelê Rojavayê Kurdistanê re xwest.

Naveroka sersaxiyê:

Em dilgiran bûn bi koça dawiyê ya endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim.

Ji bo vê xemê, em sersaxiyê ji gelê rojavayê Kurdistanê, hevalên PYD’ê û xizmên wî yên serbilind re dixwazin û hevbeşê xema wan in.

Rêzdar Salih Muslim weke serkirdeyekî diyar yê rojavayê Kurdistanê, di pirsên neteweyî û nîştimanî de, xwedî roleke diyar bû û têkiliyên wî yên digel Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, ji bo parastina mafên gelê me, faktoreke xurt a yekdengiya me bûn.

Ruha hevalê me ku çû ser dilovaniya xwe, her tim şad be û xwedayê mezin, aramiyê bide hemû aliyan.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê


Kosret Resûl Elî ji bo koça dawî ya Salih Muslim sersaxiyê nîşan dide

Malbat û xizmên hêja yên Salih Muslim

Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya koça dawî ya çalakvan û siyasetmedarê Kurd yê navdar (Salih Muslim) bihîst.

Heval Salih Muslim şervanekî navdar ê Rojavayê Kurdistanê bû. Wî li Rojava xizmeta doza neteweya me kir. Bavê wî şehîd bû û kurê xwe da wê axê û xizmeta doza rewa ya neteweya me berdewam kir.

Rifet Ebdulah: Salih Muslim rêberekî têkoşer bû

Bi xemgînî, min nûçeya koça ji nişka ve ya hevrê Salih Muslim, hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û siyasetmedarekî rojavayî yê navdar bihîst.

Salih Muslim serkirdeyekî têkoşer bû ku di pêşxistina têkoşîna Kurd ya hemdem li Rojava û di têkoşîna di nav refên YPGê de roleke girîng lîst.

Ji bi vê koçê, ez sersaxiyê li malbat û dostên wî dikim û ji Xwedayê dixwazim ku giyanê mirî di bihuştê de aramî û ji hevalên wî re sebir bike.

Rifet Ebdulah


Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê


Mekteba Siyasî:Salih Muslim nimûneya tekoşînê bû

Mekteba Siyasî ya YNK’ê  ragihand Salih Muslim mînakek girîng ji bo têkoşîna mafên gelê Kurd li Rojava û avakirina ezmûna xweseriya demokratîk ya gelê me li wê beşê Kurdistanê pêşkêş kir.

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) ji ber şehadeta siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim peyamek sersaxiyê weşand.

Peyama Mekteba Siyasî ya YNK’ê wiha ye;

“Em sersaxiyên xwe yên germ ji malbata têkoşer û siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Birêz Salih Muslim û hemû hevrê, dost, heval û alîgirên wî re dixwazin.
Birêz Salih Muslim, ji destpêka Şoreşa Gelê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve, bi rêya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û têkoşerên din di têkoşîna mafên gelê Kurd li Rojava de û avakirina ezmûna rêveberiya xweser de mînakek girîng pêşkêş kir.

Salih Muslim her wiha bavê Şehîd Şervan’e ku jiyana xwe ji bo azadiya welat feda kiriye.

Koça dawiya vî têkoşerê gelê me, windahiyeke ji bo têkoşîna Rojava û demokratîkbûna Sûriyeya nû.

Mekteba Siyasî

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket