8'ê Adarê şoreşek ji bo mafên jinan e

Kurdistan 09:33 AM - 2026-03-08
8Adarê PUKMEDIA

8Adarê

Jin

Di derbarê 8ê Adarê de li cîhanê gelek nêrînên cuda hene, lê rastî ewe ku di dawiya sedsala 19 an û destpêka sedsala bîstan de ji ber pêşketina pîşesazî ya karên jinên kedkar bi piranî di kargehên cil û berg û kargehên Ristin û Çinînê de dixebitîn.

Sala 1857 an jinên karker li bajarê Newyork li kargeha cilan li dijî mercên karkirina xwe roja 8 Adar`ê xwepêşandan kirin lê ew ji aliyê polîsan ve hatin tepisandin.

Heyva Tebax ya sala 1907’an di civîna Koma Jinên Sosyalîst ya Enternasyonal ya Duyemîn de, çalakvana jinên sosyalîst ya Elman (Clara Zenktin) pêşniyar kir ku rojek ji bo piştevaniya bi têkoşîn û mafên jinan re were destnîşankirin û li seranserî welatên cîhanê xwepêşandan bên lidarxistin.

Di sala 1908 an de, jinên sosyalîst yên Emrîkî di roja 8ê Adarê de xwepêşandanek berhireh sazkirin.

Roja 28'ê Sibat ya sala 1909'an Partiya Sosyalîst ya Emrîka bi daxuyaniyekê banga rojekê ji bo nîşandana têkoşîn û piştevaniya ji bo mafê dengdanê û mercên guncav ji bo karên jinan kir.

Sala 1910’an li Danîmarka di Konferansa Jinên Sosyalîst ya Enternasyonal ya Duyemîn de ku ji 17 welatan 100 jin têde beşdar bibûn, pêşniyara Clara Zenktin ji aliyê Jinên Sosyalîst yên Emrîka ve hat pesendkirin, lê rojeke diyarîkirî ji bo wê yekê ne hat pesendkirin.

Di sala 1911an de, li gelek welatên Ewropî (Swîsre, Avusturya, Almanya û Danîmarka) nêzîkî milyonek jin û mêrên wekheviyê roja 19ê Adarê de ji bo parastina mafên jinên kedkar û jinan bi giştî xwepêşandan kirin.

Di roja 25’ê Adara 1911’an de 140 jinên karker li kargeha Cil û bergên Sêgoşe ya li bajarê New York`ê ji ber gendeliya xwedanê kargehê û nebûna mercên tendirustiyê hatin şewitandin, piştî wê buyera xemgîmîn nêzîkî 100 hezar kes beşdarî merasima şînê bûn, ku wê buyerê bandorek cidî li ser tevgera karker û yasayên kar ya li Emrîka kir.

Di sala 1913’an de dema ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir, jinên li Ewropa û Rûsya li dijî şerê ji bo aştiyê xwepêşandanek aştiyane li dar xistin, lê li şûna 19 Adarê ev xwepêşandan kirin roja 8’ê Adar`ê.

Di roja yekşema dawî ya Sibat ya sala 1913 û 1914an de, jinên Rûsî xwepêşandan kirin û daxwaza rawestandina şer û mafên jinan kirin.

Di dawiyê de, roja Yekşem`ê, Sibata 1917 an jinên Rûsya dest bi greva bi navê (Nan û Aşitî) kirin ku di encamê de 2 mîlyon leşkerên Rûsî hatibûn kuştin,piştî 4 rojan dîktatorê Rûsta (Tizar) ne çar ma ku mafên  dengdana jinan bi fermî nas bike, ew jî 8ê Adar`ê ye li gorî salnameya nû , ew Xwepêşandan û grevê ya jinan bû destpêka Şoreşa Cotmeh`ê.

Piştre Alexander Kolontay ji Lenîn xwest ku roja 8ê Adar`ê li Yekîtiya Sovyetê bibe bêhnvedana fermî, lê di pratîkê de di sala 1965an de bû bêhnvedana fermî, lê wek roja cîhanî ya jinan li piraniya welatên Ewropa û Emrîka xwepêşandan û çalakiyên siyasî yên girseyî hatin encamdan.

Li Kurdistan`ê jî di çendîn şoreş û qurbanîdana jiana heya vê kêliyê jî bûye ji bo bidestxistina mafên xwe ,her ji dema rejîma Be`is ya herifî û heta niha jin bûne parçeyek ji fedekarî, hewldan û têkoşînê di serhildanên Kurdistan`ê de jî jin li pêş bûn, piştî wê jî hewldan berdewam bûn ji bo bi destxistina mafên xwe û çendîn biryar û yasa jî derkirine.

Yasaya Rûbirûbûna Tundûtûjiya di nav Malbatê de ji aliyê Parlemana Kurdistan`ê ve bi saya rêxistinên jinan, civaka sivîl û birêveberiya tundûtûjiya li dijî jinan hat derxistin û amadekarî ji bo cîbicîkirina yasaya hejmare (8) ya sala 2011 an li ser têkoşîna li dijî tundiya di nav malbatê de ku jinan dike armanc, ji ber ku guhdana li ser yasa û cîbicîkirina yasayan dê tundiyê kêm bike û dê hişyariyê bide û pêşî li tawanan bigire.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket