Fermandarê Hêzên Parastina Sînor yên Îraqê:Sînor parastî ye
Kurdistan 05:13 PM - 2026-03-07
Nivîsgeha Medyayê ya Hêzên Parastina Sînor yê Îraqê
Karwaneke leşkerî ya Îraqê sînorên welêt kontrol dike.
Fermandarê Hêzên Parastina Sînor yê Îraqê piştrast kir ku sînorên Îraqê
bi welatên hevsê re bi tevahî ewle ne û di bin kontroleke tund de ne, û raportên
derbarê ketina nav sînorên cuda yan qaçaxçîtiyê de red kir û destnîşan kir ku
di vî warî de bi Herêma Kurdistanê re hevahengiyeke berdewam heye.
Li gorî medyaya dewletê ya Îraqê (INA), Lîwa General Mihemed Siker, fermandarê
hêzên sînor, got: Sînorê 620 kîlometreyî bi Sûriyê re bi tevahî ewle ye û di
bin kontroleke bilind de ye.
Her weha got:Bi saya kelehên berfireh û pergalên çavdêriyê yên pêşketî, ketina
nav sînorên Sûriyê, qaçaxçîtî an gef tune ye û amadebûna şer ya bihêz, xetên
parastinê yên kûr yên ku artêş û Hêzên Seferberiya Gel têde ne, û her wiha
hewldanên hewalgirî, xeta sînor kirine herêmeke bi ewlehî.
Siker her wiha girîngiya xurtkirina sînorê 1,493 kîlometreyî bi Îranê re, ku li
seranserî parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Helebçe dirêj dibe, tekez kir û got:Kertên
ku van deveran ewle dikin bi hevahengiya bi hêzên ewlehiyê yên Herêma
Kurdistanê re, di nav de Pêşmerge û Asayîş, hatine xurtkirin.
WNavbirî raportên derbarê ketina ji Iraqê bo nav Îranê de wekî nerast red kir,
û destnîşan kir ku di navbera fermandarên lîwayên sînor yên Îraqê û hevpîşeyên
wan ên Îranî de hevrêzî û ragihandinek berdewam heye.
Siker aşkere kir ku deverên
sînorî yên li Parêzgehên Diyale, Wasit, Meysan û Besra aram dimînin, û
hevkariyek nêzîk di navbera her du welatan de heye.
Derbarê sînorê bi Kuweytê re, Siker got:Asta kontrolê li ser sînorê bejahî yê
200 kîlometreyî "pir baş" e, û destnîşan kir ku herêm bi tevahî ji
hêla sîstemên çavdêriyê ve tê nixumandin û ji hêla yekîneyên artêşê yên ku li
ser xeta sînor bi kûrahî hatine bicihkirin ve tê piştgirî kirin.
Wî zêde kir ku di navbera her du welatan de çi derbasbûn yan bûyerên ketina nav
sînor çênebûne û di navbera fermandarên lîwayên sînor yên Îraq û Kuweytê de
hevrêziyek hewalgirî ya xurt heye.
Siker diyar kir ku sînorên Îraqê bi Urdun û Erebistana Siûdî re di bin
kontrolek xurt de ne, û tekez kir ku ewlehiya sînor di asta herî bilind de ye.
Siker dazanîn ku her hêzek ku hewl bide li ser sînorê Sûriyê tevbigere
dê li gorî yasayê bi awayekî ku ewlehiya sînor û peywendiyên dualî biparêze
were muamele kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

