Qubad Talebanî:Herêma Kurdistanê ne beşek ji cengê ye
Kurdistan 02:26 PM - 2026-03-04
Ragihandina Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî digel komîteya ewlehiyê
Ji bo misogerkirina ewlehiya milkê welatiyan Qubad Talebanî Cîgirê
Serokwezîr digel komîteya ewlehiyê ya parêzgeha Silêmaniyê re civiya û biryar
da ku ji bo ewlehiya milkê welatiyan hin tedbîrên taybetî werin girtin.
Di civîna îro roja Çarşemê (04/03/2026)an de, Qubad Talebanî bal kişand
ser bandora şer û aloziyên zêde yên li herêmê li ser Herêma Kurdistanê û
parêzgeha Silêmaniyê û ragihand ku, her çende Herêma Kurdistanê ne beşek
ji şer e û bê alîbûna xwe ya tevahî diparêze jî,lê, em niha di rewşek awarte de
ne û çirûskên şer ji derveyî vîna me li ser Herêma Kurdistanê jî ketine.
Cîgirê Serokwezîr aşkere kir ku di vê rewşê de, erkê me ye ku em hemû rêkarên
pêwîst ji bo parastina ewlehiya milkê welatiyan bigirin be, di vê
çarçoveyê de, ji bo pêkanîna hevrêziyeke tevahî di navbera hêzên ewlehiyê û
aliyên peywendîdar de, biryar hat dayîn ku odeyeke operasyonan bê avakirin.
Di civînê de ji welatiyan hat xwestin ku heta ku
rewş asayî nebe, ji qerebalixî û kombûnên nehewce dûr bisekinin.
Derbarê pirsgirêka karebayê jî dewan li ser çawaniya çareserkirina
pirsgirêkê gotûbêj kirin û biryar dan ku di demek nêzîk de pirsgirêka miwelîdeyên
taybet çareser bikin daku rojane kareba ji bo welatiyan bê dabîn kirin.
Di beşek din ya civînê de, behsa rûmalkirina media ji bo pirsgirîkên ewlehiyê
di vê rewşa awarte de ji hat gotûbêj kirin û daxwaz ji hemû dezgehên medyayê
hat kirin ku parastina ewlehiya neteweyî û welatiyan wekî erkê xwe yê sereke û
pîşeyî bibînin û ji weşandina her cure nûçe û zanyariyên ku ziyanê didin
ewlehiya welatê me dûr bisekinin, ji bo vê armancê, pêwîst hat dîtin ku
rêveberên kanalên ragihandinê tedbîrên taybetî bigirin û rênmayên pêwîst bidin
rojnamevan û nûçegîhanên xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rêveberiya Raperînê: Ji bo bîranîna serhildanê çi mîtîng nayê sazkirin
10:14 PM - 2026-03-04 -
Qubad Talebanî digel Şaredariya Silêmanî tedbîran bo derbazkirina vê qonaxê digire ber
03:32 PM - 2026-03-04 -
Girtina qada hewayî ya Îraqê ji bo 72 demjimêrên din hate dirêjkirin
01:54 PM - 2026-03-04 -
Nirxê petrolê her bilind dibe
09:26 AM - 2026-03-04
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:02 PM - 2026-03-04 Rifet Ebdulah: Serhildana Kurd ji ber tunebûnê vegerand ser dika dîrokê
Ebas Iraqçî:Bi rêzdarî li pêgeha aştîxwaz ya YNKê li herêmê dinêrin
03:07 PM - 2026-03-04
Qubad Talebanî:Herêma Kurdistanê ne beşek ji cengê ye
02:26 PM - 2026-03-04
Mekteba Siyasî: Serhildan ezmûneke tijî serkeftin
12:39 PM - 2026-03-04
Komîteya Ewlehiyê li ser tedbîrên pêwîst ji bo parastina Aramiyê gotûbêj dike
12:22 PM - 2026-03-04
zortrin xwendraw
-
Ebas Iraqçî:Bi rêzdarî li pêgeha aştîxwaz ya YNKê li herêmê dinêrin
Kurdistan 03:07 PM - 2026-03-04 -
Qubad Talebanî digel Şaredariya Silêmanî tedbîran bo derbazkirina vê qonaxê digire ber
Kurdistan 03:32 PM - 2026-03-04 -
Rifet Ebdulah: Serhildana Kurd ji ber tunebûnê vegerand ser dika dîrokê
Kurdistan 11:02 PM - 2026-03-04 -
Rêveberiya Raperînê: Ji bo bîranîna serhildanê çi mîtîng nayê sazkirin
Kurdistan 10:14 PM - 2026-03-04 -
Qubad Talebanî:Herêma Kurdistanê ne beşek ji cengê ye
Kurdistan 02:26 PM - 2026-03-04 -
Girtina qada hewayî ya Îraqê ji bo 72 demjimêrên din hate dirêjkirin
Êraq 01:54 PM - 2026-03-04 -
Malîkî berpirsyariya vekişînê dixe stuyê Çarçoveya Hemahengiyê
Êraq 11:09 AM - 2026-03-04 -
Nirxê petrolê her bilind dibe
Aborî 09:26 AM - 2026-03-04





Aplîkêşin

