Tengava Hurmuzê hate girtin û wuzeya cîhanê ket metisiyê
Cîhan 12:28 PM - 2026-03-03
PUKMEDIA
Cenga Îsraîl-Amerîka-Îranê
Amerîka û Îsraîlê roja 28ê Sibata 2026an rêze êrîşên
mûşekî û hewayî li ser Komara Îslamî ya Îranê kirin, ku çend baregehên leşkerî,
ewlehî û hikûmetê armanc girtin,di encamê de, hejmarek ji berpirsên
payebilind yên Komara Îslamî ya Îranê û welatî şehîd bûn û canê xwe ji dest dan,
Îranê jî bi Operasyona Soza Rastgoyî ya 4 bersiv da, ku çend baregehên Amerîkî
û Îsraîlê li herêmê kirin armanc, wan her wiha bajarên Îsraîlê bombebaran
kirin.
Can ji destdana Elî Xameneyî
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî êrîşên li ser Îranê du daxuyaniyên cuda dan û ragihand ku, Rêberê Bilind Elî Xamineyî di roja yekem ya bombebaranan de hat kuştin û Komara Îslamî ya Îranê çend demjimêr şûnda nûçeya şehadeta wî piştrast kir, piştî bûyerê, Îranê li gorî destûra bingehîn a Îranê heft roj betlane û 40 roj şîn îlan kir û li gorî destûra bingehîn ya Îranê, komîteyek demkî ji sê endaman pêk tê ji bo rêberî û birêvebirina Îranê hat dirustkirin,ku ji Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Dadweriyê Xulam Muhsin Muhsenî Îjeyî û Serokê Deshelata Dad Ayetulah Elî Riza Erafî pêk tên.
Cengê hemû deverên Îranê girtiye
Berdevkê Heyva Sor ya Îranê Mojtrba Xalîdî dibêje: Amerîka û Îsraîlê deverên li 131 bajarên Îranê armanc girtine û heta niha li 1250 armancên wan li Îranê xistine, Artêşa Îsraîlê dibêje:Wan 600 armancên li nav Îranê bombebaran kirine.
Hejmara qurbaniyên sivîl zêde dibe
Li gorî Heyva Sor ya Îranê, heta niha 550 kesan ji ber êrîşan de hatine kuştin, lê Rêxistina Hengaw ya çavdêriya mafên mirovan ya Îranê ragihand ku, heta niha 1500 kes hatine kuştin, di nav wan de 1300 leşker bûn, di heman demê de Îranê jî can ji dest dana heft fermandarên payebilind ragihandiye.
Îran bi tundî bersivê dide êrîşan
Piştî destpêkirina şer, Îranê bi tundî bersiv daye û armanc girt ser çeperên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê û enerjiya welatên Kendavê ku her yek ji Urdun, Qeter, Kuweyt, Erebistana Siûdî, Behrêyn, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Îraq û Herêma Kurdistanê bandor bûn, bi piranî firokxane, baregehên leşkerî, balyozxane, konsulxane, kerta wuze û keştiyan veguhestina petrolê jî di nav xwe de girt.
Digel êrişên Îranê bo ser bajarên Îsraîlê yên li herêmê,berdewam bajarên Îsraîlê bombebaran kiriye, û heya niha çendîn cihên li Tel Avîv, Heyfa, Bîr Şeba û Qudus kirine arman,di heman demê de, li gorî amarên fermî, Îranê 29 balafirên bê firokvan û sê balafirên şer yên F-35 li Kuweytê xistine xwarê.
Şeş leşkerên Amerîkî hatine kuştin
Di heman demê de, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkî di daxuyaniyekê de got:Hejmara kuştiyan gihîştr şeş serbazab û 18 kesên din jî birîndar bûn, hin ji wan bi giranî.
Tengava Hurmuzê hate girtin û wuzeya cîhanê ket metisiyê
Tengava Hurmuzê, ku Kendava Farisê bi Kendava Oman û Derya ya Erebî ve girêdide, rojane zêdetirî 20 milyon bermîl petrola xav hildigire, ku dike nêzîkî 20 ji sedî xerckirina rojane ya petrolê ya cîhanê, lê Îranê di 2ê Adara 2026an tengava xwe ji bo hemû tankerên petrolê girt,di heman demê de keştîyên ku hewl didan derbas bibin jî hedef digirt.
Ji bo Îraqê, girtina Tengava Hurmuz tê wateya rawestandina xeta jiyana welêt, Îraq rojane zêdetirî 3.5 milyon bermîl petrol hinarde dike, ku piraniya petrola wê bi rêya benderên başûr, bi taybetî jî Tengava Hurmuz, digihîje bazarên Asyayî û navneteweyî bi awayekî ji sedî 88 budceya Îraqê ji dahata petrolê ye.
Girtina Tengava Hormuzê bûye gefek li ser qutbûna wuzeyê,ev yek jî wusa kir ku bihayê bermîla petrola Brent di 3ê Adara 2026an de gihîşt 79 dolarî ji bo her bermîlekê.
Bandora şer li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê
Bi destpêkirina şer re, Îraqê qada xwe ya esmanî ji bo hemû geştan, tevî Herêma Kurdistanê, girt, di heman demê de Dana Gas, ku li zeviya Kormor kar dike,karên xwe ragirt û şandina gaze bo wêstgehên berhemanîna karebayê ragirt, bi vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabînkirina gazê bo wêstegên karebayê rawestandiye, û ev yek birê karebayê ku tê hilberandin ji 2,500 heta 3,000 megawat kêm kiriye, bi vê yekê jî kareba bo nizimtirîn ast daket,ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dikare 10 heta 12 demjimêran karebayê bide welatiyan, lê li gorî lêkolînan, li gelek deveran kêmtir ji çar demjimêran kareba daye welatiyan.
Di heman demê de, Gulf Keystone, ku li zeviya Şêxan ya Herêma Kurdistanê kar dike, ragihand ku wan hilberîna petrolê demkî rawestandiye û tedbîrên pêwîst ji bo parastina karmendên xwe girtine.
Bi dehan êrîş bo ser Hewlêrê hatine kirin
Piştî êrîşên Amerîka bo ser Îranê, bi dehan caran baregehên hevpeymaniyê li balafirgeha Hewlêrê û konsulxaneya Amerîkayê bûne armanc ku piraniya êrîşan hatine pûçkirin, di heman demê de komên çekdar yên girêdayî Berxwedana ÛÎraqê gotine ku ew hedefa çeperên Amerîkî li Herêma Kurdistanê ne.
Ev yek jî di demekê de ye ku, cîhan niha bi dilgiranî li rewşa herêmê temaşe dike û ne diyar e kengî û çawa şer bi dawî dibe, her wiha, metirsiya gurrbûna şer heye, bi taybetî hêzên cîhanê bi xwe di nav pevçûnê de ne û hewldanek cidî ji bo agirbestê tune ye,lê, welatên şerker dibêjin ku şer dê zêde berdewam neke û şerekî mayînde naxwazin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

