Piştî armancgirtina balyozxaneya Amerîkî, çend balafirên şer ên Amerîkî ketin xwarê

Cîhan 11:45 AM - 2026-03-02
Kuwêt Ajans

Kuwêt

Amerîka

Wezareta Parastinê ya Kuwêtê roja Duşemê 2ê Adara 2026an, ragihand ku çend balafirên şer ên Amerîkî ketine xwarê û hemû tîmên wê selametin.û berdevkê fermi yê wezaretê ev yek pişt rast kir.

Berdevk aşkire kir ku alîyên pêwendîdar yekser dest bi operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Tîm ji bo nirxandin û dermankirina bijîşkî hatin derxistin û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin, û tenduristiya hemûyan başe. Hevrêziya rasterast bi hêzên Amerîkî re di derbarê bûyerê de dimeşe, û prosedurên teknîkî yên hevbeşhatine wergirtin. Wî tekez kir ku rayedarên pêwendîdar lêpirsînên xwe didomînin da ku sedema qezayê diyar bikin.

Li gorî peyamnêrê AFPê, ev yek di demekê de tê ku îro dûman ji baregeha Balyozxaneya Amerîkî li bajarê Kuêytê bilind bû, piştî pêlek nû ya êrîşên Îranê. Berê li bajêr dengê zengilên hişyariyê hatin bihîstin, dema ku Parastina Sivîl desteserkirina çend dronan ku welat armanc digirtin ragihand, di nav pêlek êrîşên ku ji hêla Îranê ve li dijî welatên Kendavê wekî tolhildana êrîşa Amerîkî-Îsraîlê hatine destpêkirin.

Her çend Balyozxaneya Amerîkayê hîn ranegihandiye ku rastî êrîşê hatiye jî, hişyariyek ewlehiyê weşandiye têde daxwaz ji xelkê kiriye ku ji baregehê dûr bin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a fermî ya Kuêytê (KUNA), artêşê îro ragihand ku wan di sibehê de çend dronên ku welêt hedef digirtin asteng kirine.

Êrîşên Îranê heta niha bûne sedema mirina pênc kesan li welatên Kendavê, ku yek ji wan li Kuêytê ye.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket