Serokê YNK li Bexdayê çend hevdîtinên girîng encam da
Kurdistan 12:09 PM - 2026-02-22
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja Yekşemê 22ê Şibata 2025an gihîşt Bexdayê û li wir rêze hevdîtin bi rêberên siyasî yên Îraqî re hatin encamdan.
Di van hevdîtinan de, girîngiya lidarxistina civîna parlementoyê ji bo hilbijartina serok komar tekez kir û daxwaza zêdekirina hewildanan, baştirkirina hevrêziyê û xurtkirina hevkariyê hat kirin da ku hikûmetek bihêz û bibandor ava bibe ku bikaribe pêdiviyên gelê Îraqê bicîh bîne û aramiya neteweyî biparêze.
Serok Bafil:YNK kar ji bo xizmeta gelê me yê xweşewîst dikeSerokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme Seyîd Emmar Hekîm kir.
Di civînê de ku Dr. beşdar bû, rewşa siyasî ya herêmê û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bi amadebûna Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şuwanî hatin gotûbêjkirin.
Serok Bafil girîngiya diyaloga niştimanî ya berdewam di navbera aliyan de tekez kir û ragihand ku YNKê ji bo xurtkirina giyanê pêkvejiyanê û xizmetkirina gelê me yê xweşewîst kar dike.
Bafil Celal Talebanî amadebûna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bo civîna Civata Nûneran ya ji bo Hilbijartina Serokkomar û temamkirina rêkarên destûrî tekez kir.
Serok Bafil û Sûdanî: Bidestxistina mafên destûrî di danîna berjewendiyên neteweyî yên bilindtir deSerokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah Sûdanî li Bexdayê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re civiya.
Di civînê de ku Dr. Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şuwanî amade bû, tekezî li ser girîngiya xurtkirina hewldanan, hevrêzkirin û xebata hevbeş ji bo avakirina hikûmetek bihêz û xizmetguzar kir.
Civînê tekezî li ser pêwîstiya hevkariyê û berdewamiya diyaloga nîştimanî û yekgirtina nêrînan ji bo pêkanîna mafên destûrî di çarçoveya parastina berjewendiyên neteweyî yên bilind de kir.
Serok Bafil û Hadî Amirî: Astengiyên li pêş hilbijartina serokkomar derbas dikinSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî re civiya.
Di civînê de, Wezîrê Dadê yê Îraqê Dr. Xalid Şuwanî jî amade bû, hewlên ji bo pêkanînan hikûmeta nû ya Îraqê hatin gotûbêj kirin.
Di civînêde girîng dît ku civîna Civata Nûneran ji bo hilbijartina serokkomar û zêdekirina hewldanên ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyan were lidarxistin.
Serok Bafil û Xezalî: Divê hewl ji bo hilbijartina serokomar û avakirina hikûmetê werin zêdekirinBafil Celal Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li Bexdayê bi Qeys Xezelî, sekreterê giştî yê tevgera Asayb Ehlê Heq re civiya.
Di civînê de, ku Wezîrê Dadê yê Îraqê Dr.Xalid Şiwanî jî beşdar bû, pêşketinên dawî yên di derbarê avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de hatin gotûbêj kirin.
Herdu aliyan girîngiya zêdekirina hewldanên ji bo hilbijartina serokkomar û avakirina hikûmetê tekez kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

