Kobanê di bin dorpêçê de: Berxwedanek bargiran û kêmasî hereşe li ser jiyanê dike
Kurdistan 09:22 AM - 2026-02-19
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan
Kobanê
Ji 20ê Çile ve, bajarê Kobanê di bin dorpêçeke berdewam de
ye, hem xelkê wê û hem jî binesaziya wê westiyane, û bi hezaran sivîl rojane bi
tirs, bêparî û nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Bajarekb û ko koçber ji ber şerê
li derdora wê piişt pê bestibûn, îro jî ketiye bin dorpêçeke dijwar de.
Sî û yek roj bes bûn ku pêdiviyên bingehîn ên jiyanê têk
bibin. Derman kêm in, sotemenî kêm e û ji bo piraniya malbatan pir biha ye, nanxane
ji sibehê ve qerebalixin, û nexweşî li taxên qerebalix belav dibin. Bi
alîkariya sînorkirî ya ku digihîje bajêr, valahiya di navbera hewcedariyên
zêdebûyî û ya ku bi rastî li ser erdê heye de berfireh dibe.
Sektora tenduristiyê: Hişyariyek ji hilweşîna nêzîkRayedarên tenduristiyê yên li bajêr hişyar didin ku dorpêça berdewam pergala bijîşkî ber bi hilweşînê ve dibe. Ji destpêka dorpêçkirinê ve tu pêdiviyên bijîşkî nehatine, ji bilî mîqdarên sînorkirî yên ku wekî ne bes têne binav kirin. Dermanên ji bo lîşmanya û îltîhaba kezebê, û her weha dermanên ji bo nexweşiyên kronîk ên wekî şekir, zext û nexweşiya dil, xilas bûne. Nexweşên talasîmiyê, ku piraniya wan zarok in, ji ber kêmbûna yekîneyên xwînê, ku ew hewceyê veguhestina xwînê ketiye metirsiyê.
Ji ber ku niştecih avê bîran vedixw, belavbûnek berfireh a nexweşî wek vereşîn û zikçûnê belav bûye, ku ji du hezar bûyeran derbas bûye. Nexweşxane ji kêmbûna dermankirinên damarî dikişînin, û gelek bûyer bersiva dermanên devkî nadin. Zarok Dildar Rêzan Hisi yê 12 salî ji ber nebûn derman jiyan ji dest da.
Kêmbûna Sotemenî û XwarinêLi gel krîza tenduristiyê, kêmbûna sotemeniyê jiyana rojane astang. Kêm tişt bi rêyên nefermî dikevin û bi biha têne firotin, di heman demê de niştecih di rêzên dirêj de radiwestin, bi hêviya ku têra xwe ji bo germkirina malên xwe an xebitandina mowelîdeyên kerebê peyda bikin.
Bazar jî ji kêmbûna sebze û kelûpelên bingehîn dikişînin, û bihayên wan bilind dibin. Ev yek bi qerebalixiya bajêr bi hezaran kesên ji gundên cîran koçber bûne re dijwartir dibe.
Alîkarî ne li gor qebareya kirîzê neTevî ketina bi dehan kamyonên alîkariyê bo deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di meha Şibatê de, di nav de hin ji wan gihîştin Kobanê, ji bilî mîsyonek bijîşkî ji Herêma Kurdistanê, çavkaniyên ji Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê piştrast dikin ku alîkariya wergirtî tewra hewcedariyên herî kêm ên ku di mehek tevahî ya qedexeyê de kom bûne, nemaze di sektora tenduristiyê de, nagire nav xwe.
PUKMEIDA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

