Şêx Cefer ji bo gotûbêjkirina yekxistina Pêşmerge civîneke girîng pêk tîne

Kurdistan 10:27 PM - 2026-02-16
Civîna serokayatiya Herêmê Serkayetiya Herêmê

Civîna serokayatiya Herêmê

Îro Duşemê 16ê Şibata 2026an li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Şêx Cefer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêmê, serpereştiya civîneke girîng kir. Civîn bi mebesta gotûbêjkirina qonaxên proseya rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmerge, bi amadebûna hejmarek berpirsên Serokatiya Herêmê, Hikûmeta Herêmê, berpirsên saziyên leşkerî û fermandeyên Pêşmerge hat lidarxistin.
Di civînê de, çavdêriya kar û gavên wan lîjneya taybetmend hat kirin ku di dema borî de li ser proseyê û herwiha diyarkirina desthilatên cihêreng ên her du Fermandeyên Devera Yek û Devera Du yên hêzên Pêşmerge kar kiribûn.
Piştî gotûbêjkirina karên lîjneyan û pesendkirina biryarên wanwêreyiya dawîanîna erkên lîjneyan, biryar hat dan ku kar ji bo serxistina proseya rêkxistin û yekxistina Pêşmerge û qonaxên mayî yên vê proseyê bê kirin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket