DEM partî: Serok Bafil piştgiriya hevalbendên Rojava bi dest xist

Kurdistan 07:04 PM - 2026-02-16
Saler Serhed û Êbru Günay Berpirsa Têkiliyên Giştî ya DEM Partiyê PUKMEDIA

Saler Serhed û Êbru Günay Berpirsa Têkiliyên Giştî ya DEM Partiyê

Di 16ê Şibata 2026an de, şandeke bilind a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Êbru Günay Berpirsa Têkiliyên Giştî ya DEM Partiyê, serdana pêwendiyên Kurdistanî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û ji aliyê Saler Serhed Xelîfe Yûnis, Berpirsê Têkiliyên Kurdistani ve hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de, gavaên bo vegerandina aramiyê li Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê hatin guftûgokirin.Îbru Günay got: Zext û piştgiriya gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojhilat bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, bandoreke mezin li ser raya giştî ya navdewletî hebûye. Herwiha, rola Serok Bafil Celal Talebanî di piştgiriya gelê Kurd û hevalên li Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand û ragihand ku di dema dorpêçên ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, Serok Bafil bi xwe bû xwediyê dozê û bi rêya bikaranîna têkiliyên xwe, hevxebat û piştgirî bo Rojavayê Kurdistanê bi dest xist. Herwiha amaje bi wê kir ku rola Serok Mam Celal û YNKê di serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nayê jibîrkirin û dîrok wê rolê bi geşî dihêle.

Hevdem Saler Serhed, Berpirsê Têkiliyên Kurdistanî ragihand: "YNK piştgiriya xwe bo gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê wekî erkeke neteweyî dîtiye. Em pêşwaziyê li peymana Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê dikin û hêvîdar in peymanên navbera wan bi temamî bên bicîhkirin û aştî û aramî li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û navçeyê de pêk were, bi arasteya pêngavên çareseriyê û piştgiriya doza gelê Kurd di Sûriyeyeke nû de.
Got jî ku Serok Bafil di destpêka êrîşên hikûmeta Şamê bo ser navçeyên Rêveberiya Xweser de, daxwaz ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiribû ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin bo parastina xelkê sivîl û dabînkirina aramiya navçeyê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket