Zelensky: Amerîka dixwaze şerê navbera Ukrayna û Rûsya heya Hezîranê ragire
Cîhan 01:57 PM - 2026-02-07
AFP
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky ragihand ku Amerîka dixwaze şerê di
navbera Ukrayna û Rûsyayê de heya heyva Hezîranê bi dawî bike û pêşniyar kiriye
ku hefteya bê di navbera her du aliyan de hevdîtinan bike.
Rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump ji Moskow û Kîevê xwestiye ku şerê
nêzîkî çar salan bi dawî bikin, û vê dawiyê li Ebû Zebî navbeynkariya gotûbêjên
di navbera aliyan de kiriye,lê, heya niha nikariye li ser mijara hestyar ya axê
lihevkirinek peyda bike.
Rûsya, ku niha nêzîkî 20 ji sedî ji axa Ukrayna dagir dike, ji bo kontrola
tevahî ya herêma rojhilatê Donetskê wekî beşek ji her rêkeftinekê fişarê dike, lê
Ukrayna eşkere kir ku ewê peymanek îmze neke ku rê li ber Rûsya ji destpêkirina
dagirkeriyên pêşerojê negire.
Zelensky di şîroveyên ku roja
Şemiyê hatin weşandin de ji rojnamevanan re got: Amerîka ji bo cara yekem
pêşniyar kir ku her du tîmên danûstandinê yên Ukrayna û Rûsya di hefteyekê de li Amerîka,
dibe ku li Miamiyê, bicivin.
Her weha aşkere kir ku ew dibêjin ku ew dixwazin her tiştî heta Hezîranê bikin.
Zelensky bi berdewamî nerazîbûna xwe anî ziman ku ji Ukrayna tê xwestin ku li
gorî Rûsya tawîzên ne hevseng bide.
Zelensky di gotinên xwe yên roja Şemiyê de, serokê Ukrayna got ku ewê pesend
nekin ku Washington û Moskow li pişt Kîevê rêkeftinan bikin, nemaze heke ew li
ser serweriya Ukrayna bin.
Zelensky got: Her du alî jî di mijara kontrola sentrala nukleerî ya
Zaporizhzhia ya Ukrayna de, ku ji sala 2022an vir ve di bin dagirkeriya Rûsya
de ye, negihîştine "têgihîştineke hevpar".
Çavkanî: AFP
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

