Kobanê di navbera dorpêçkirinê û danûstandinên ji bo pêkanîna peymana yekgirtina hêzên ewlehiyê de
news 12:21 PM - 2026-02-05
PUKMEDIA
Bajarê Kobanê
Di çarçoveya bicihanîna peymana 30’ê Çileyê ya di navbera HSD
û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, 1’ê Sibatê civînek di navbera Hêzên Ewlekariya
Hundirîn ên Kobanê û fermandarê hêzên ewlekariya hundirîn a parêzgeha Helebê
Mihemed Ebdulxenî de hat lidarxistin.
Di civîna li bajarê Kobanê hat lidarxistin de, mekanîzmeya
destpêkirina hemahengiya medydanî ligel Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê hat
gotûbêj kirin.
2’ê Sibatê, şandeyek hikûmeta demkî ya Sûriyeyê serdana
bajarokê Şiyûx ê Kobanê kir û hevdîtin bi rayedarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn
re pêk anî. Di hevdîtinê de lihevkirin li ser diyarkirina sînorê belavkirina
hêzên ewlekariyê çêbû. Li gorî lihevkirinê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên
hikûmeta demkî dê li bajarokê Şiyûx xalên hevbeş ava bikin.
4’ê Sibatê rûspiyên Kurd û Ereb ên gundên Qibe û Cada û yên
bajarê Kobanê bi nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên girêdayî hikumta
demkî, nûnerên Rêveberiya Xweser a kantona Firatê û cîgirê parêzgarê Helebê Elî
Henawî re civiyan.
Di civînê de mekanîzmeya pêkanîna lihevkirinê, vegera
şêniyan li gundên xwe bi taybetî şêniyên bajarokê Şiyûx gotûbêj kirin. Wekî
gava pêşîn, lihevkirin li ser avakirina 8 xalên hevbeş ên ewlehiyê di navbera
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hêzên ewlehiyê yê hikûmeta demkî de çêbû.
Her wiha li hev kirin ku xaleke sereke ji pira Cerablusê, heya gundên Çeqil
Wêran û Qasimiyê yên Şiyûxê were çêkirin.
Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di rojên bê de jî dê gotûbêj
li ser avakirina xalên hevbeş li herêma Çelebiyê, Sirîn û Qereqozaqê werin
kirin.
Ligel gotûbêjên li ser entegrasyonê, 16 roj e dorpêça li ser
bajarê Kobanê dewam dike. Pêdiviyên xurek û tenduristiyê heman bêje diqedin.
Her wiha ceyran bi temamî qut e, ev yek jî bandorê li ser xebatên nexweşxaneyan
dike.
Li aliyekî din desthilata Tirk rê nade ku alîkariyên mirovî
ji Başûrê Kurdistanê derbasî Kobanê bibin.
Fikarên xelkê gundên Kobanê zêde dibin, nemaze piştî
wergirtina agahiyên li ser gef, talankirin û diziyan ku li gelek herêman, bi
taybetî gundên Xirab Hiştkê û gundên derdora wê çêbûne.
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

