Qubad Talebanî: Hikûmeteke cîbicîkar nikare pirsgirêkên Herêmê çareser bike

Kurdistan 04:06 PM - 2026-02-02
Qubad Talebanî Ragihandina Cîgir serok wezîran

Qubad Talebanî

Cîgirê Serok Wezîran Qubad Talebanî di civîna li gel Îrfan Sadîq balyozê Birîteniya l Îraqê ragihand: Hikûmeta karbirêker a niha l iHerêmê nikare li gor pêwîst xizmetê welatiyan bike û nikare pirsgirêkên Herêmê çareser bike.

Di tewereke hevdîtinê de ku îro Yekşemê (2/2/2026) li Hewlêrê bi amadebûna Andrew Beasley, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê bi rêve çû, derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê de gotûbêj hat kirin. Di vê derbarê de Qubad Talebanî bi nîşandana rewşa navçeyê û her wiha rewşa siyasî ya navxwe ya Îraqê ragihand ku pêwîst e aliyên Îraqî di danûstandinên xwe de, bi berçavgirtina rewşa navçeyê û her wiha daxwazên welatiyên Îraqê, hewl bidin hikûmetekê pêk bînin ku bikaribe aramiya Îraqê biparêze û hevdem gavên cidî ber bi geşepêdana aborî û baştirkirina rewşa xizmetguzariyan li seranserê Îraqê bihavêje.

Di beşeke din a civînê de behsa pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê hat kirin. Qubad Talebanî asteng û giriftên li pêşiya pêkanîna hikûmetê ji bo balyozê Brîtanyayê rohnî kirin û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê wekî pêdiviyeke bingehîn ji bo parastin û bihêzkirina qewara Herêmê danî. Her wiha ragihand ku ev hikûmeta karbirêker di asta qonaxê de nîne û nikare wekî ku pêwîst e baweriya gelê Kurdistanê û dostên me yên li navçeyê û cîhanê bi dest bixe, û di heman demê de gavên pêwîst bo çareserkirina pirsgirêkan li Herêmê bihavêje.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket