Silêmanî: Kampîna komkirina derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo alîkariya rojavayê Kurdistanê
Kurdistan 11:29 AM - 2026-01-26
PUKMEDIA
Kongireya Rojnamevanî Hewjîn Osman, serokê şaxê Silêmaniyê yê Sendîkaya Pîşeyên Tenduristiyê ya Kurdistanê
Neh rêxistin û komeleyên tenduristiyê îro Duşemê 26ê Çileya
2026an, li Silêmaniyê destpêkirina kampîneke ji bo berhevkirina derman û
pêdiviyên bijîşkî ji bo alîkariya welatiyên Kurd li Sûriye û Rojavayê
Kurdistanê ragihandin. Endamekî Parlamentoya Kurdistanê ji fireksiyona Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî ji bo heman armancê 10 ton derman û pêdiviyên
bijîşkî kom kir.
Hewjîn Osman, serokê şaxê Silêmaniyê yê Sendîkaya Pîşeyên
Tenduristiyê ya Kurdistanê, di civîneke çapemeniyê de diyar kir: Me bi
beşdariya neh komele û rêxistinên tenduristiyê kampînek ji bo berhevkirina
derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo alîkariya gelê me li Rojavayê Kurdistanê lidar
xist.
Osman zêde kir: Duh me bi nûnerên Rêveberiya Xweser a li
Rojavayê Kurdistanê, wekîlê wezareta Tenduristiyê û aliyên din ên têkildar re
civiya û me biryar da ku em vê kampînê ji bo piştgiriya xwişk û birayên xwe yên
li Rojava lidar bixin.Amaje bi wê yekê jî kir ku kampîn wê hefteyekê dewam bike,
û alîkarî dê bi komî ji wir re were şandin.
Wî şîrove kir ku
"Dr. Rêkewt Heme Reşîd, endamekî Parlamentoya Kurdistanê ji fireksiyona
Yekîtiya Niştimanî, bi tena serê xwe 10 ton derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo vê
kampînê berhev kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

