Şervanan li gundewarê Kobanê êrişên çekdarên Sûrî têkşikandin

Kurdistan 05:13 PM - 2026-01-25
Şervanên YPJ li Kobanê Medya

Şervanên YPJ li Kobanê

Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê agirbesta 15 rojan binpê kirin û êrişî çend gundên Kobanê kirin lê şervanan derbeyên giran li wan dan û kuştî û birîndarên wan hene.

Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê agirbesta 15 rojan binpê kirin û êrişî gundên Şêxler, Çelebî û Zêrîk yên bajarê Kobanê kirin lê şervanan di çarçoveya parastina mafê parastina rewa de bersiva êrişan da û derbên giran li wan dan û di encamê d 2 otomêlên zirxî û gelek erebeyên din rûxandin her weha hîna jî li gundê Zêrîk ya ser bi bajarê Kobanê şer û pevçûn berdewam dikin.

Her weha li gundê Şêxler gelek çekdar hatin kuştin û birîndar bûn û li gundê Zêrêkî jî şer û pevçûn berdewam in.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket