Gotûbêjên li paytextê: Avakirina hikûmeteke xizmetguzarî ya bi bandor û çareserkirina pirsgirêkên mayî

Kurdistan 10:27 AM - 2026-01-25
Hevdîtinên Qunad Talebanî li Bexdadê PUKMEDIA

Hevdîtinên Qunad Talebanî li Bexdadê

Di qonaxek siyasî ya pir hestiyar de, di nav astengiya di avakirina hikûmetê de û derengketina di bicihanîna mercên destûrî de, şandeyek pilebilind ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja Şemiyê 24ê Çileya 2026an de ji bo serdanek siyasî ya giran gihîşt Bexdayê. Ev serdan girîngiya hebûna Kurdan a bihêz û domdar di navenda biryardana Îraqê de destnîşan dike, bi armanca aramkirina pêvajoya siyasî û avakirina hikûmetek hevkarî ya xizmetguzarî-navendî ku bikaribe pirsgirêkên qonaxa heyî çareser bike.

Şande bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, û ji Derbaz Kosret Resûl, Dr. Xalid Şiwanî û Dr. Yusif Goran pêk dihat, rêze hevdîtin bi serkirdeyên siyasî yên navdar ên Îraqê re, di nav de Serokwezîr Mihemed Şeya El-Sudanî, Emar El-Hekîm, Nûrî El-Malikî, Hadî El-Amêrî, Qeys El-Xezelî û Mihemed El-Helbûsî, û her weha kesayetiyên din ên pêşeng re lidar xist.
Gotûbêj li ser mekanîzmayên bilezkirina avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û pêwîstiya avakirina lihevkirinek siyasî ya berfireh di navbera hemû pêkhateyan de, ku bibe sedema hikûmetek xizmetguzarî ya bihêz û bibandor ku pabendî bicîhanîna destûrê, xurtkirina aramiya siyasî û ewlehiyê, û baştirkirina xizmetguzarî û rewşa jiyana welatiyan be, hatin kirin.

Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her wiha tekez kir ku çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, bi taybetî budçe û mûçe, divê ji bo hikûmeta bê pêşîniyek be, ji ber ku ev mafên destûrî ne ku divê nebin mijara nekokiyên siyasî.

Ev serdan ji ber pêşketinên herêmî yên ku bi lez diguherin, nemaze yên ku li Sûriyeyê diqewimin, xwedî girîngiyek taybetî ye. Ev yek yekkirina gotara neteweyî û xurtkirina hevrêziyê di navbera hêzên siyasî yên Îraqê de ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê û pêşîgirtina li rijandina krîzên herêmî bo ser Îraqê pêwîst dike. Tevgerên şanda (YNK) baweriyeke xurt nîşan didin ku qonaxa niha hebûneke siyasî ya çalak li Bexdayê, berpirsiyariyeke neteweyî ya hevbeş ji bo bicihanîna erkên destûrî, û avakirina hikûmeteke berfireh ku nekokiyan çareser bike, piştgiriyê bide hewldanên aramiyê, û hevkariyeke rastîn di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser bingeha destûr û berjewendiyên bilind ên Îraqê ava bike, pêwîst dike. Ev kurteya roja yekem a danûstandinan e:

Danstandinên bi serokê Hevpeymaniya Jinû ve Avakirin û geşepêdanê re

Şandeyeke payebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi serokatiya Qubad Talebanî û endamtiya her yek ji Derbaz KosretResûl û Xalid Şiwanî, îro Şemiyê 24/1/2026 gihîşt Bexdada paytext.
Şandeyê di qonaxa yekem a serdana xwe de bi Mihemed Şeya Sûdanî, Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê re civiya.

Di civînê de, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê peguherîna nerînan hat kirin. Şandeya Yekîtiya Niştimanî dubare kir ku pêwîst e hikûmeteke bihêz û çalak were avakirin ku bibe cihê razîbûna hemû alî û pêkhateyên Îraqê, û kar bike bo cîbicîkirina destûrê, geşepêdana aboriya Îraqê û baştirkirina xizmetguzariyan.
Şandeyê zelal kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez dike ku divê pêşîniya hikûmeta dahatû ya Îraqê çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêm û Bexdayê be li gorî bendên destûrê.

Danûstanên bi serokê Hevpeymaniya Dewleta Hiqûqê re

Di berdewamiya civînên li Bexdayê de, şanda bilind ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Qubad Talebanî, bi amadebûna Darbaz Kosret Resûl, Xalid Şuwanî û Dr.Yûsif Goran, li Bexdayê digel Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa civiya.

Di civîna êvareya îro Şemî rêkefta (24-01-2026) an de, rewşa siyasî ya Îraqê û çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hate gotûbêj kirin.

Şanda YNKê nêrîna YNKê ji bo pêşeroja Îraqê û hikûmeta nû pêşkêş kir.

Qubad Talebanî, behsa pirsgirêk û dijwarîyên ku Îraq pêre rû bi rû ye, rewşa aborî û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir û got:Divê hemû aliyên Îraqî hevkariyê bikin daku hikûmetek pêk bînin ku nûjen be û bikaribe aramiya Iraqê biparêze û di warê xizmetguzarî û pêşkeftina aborî de gavên mezin bavêje ku di sata qonaxê de be, û bikaribe aramiya li Îraqê biparêzin û di warê xizmetguzarî û pêşkeftina aborî de pêngavên mezin bavêjin.

Tekez jî kir ku divê hikûmeta bê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li gorî destûrê çareser bike û divê Herêma Kurdistanê û Bexda bi hevre bixebitin daku aboriyê pêş bixin û xizmet û jiyana welatiyan baştir bikin.

Hevdîtin bi serokê Rewta Hîkme re

Şanda bilind ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Qubad Talebanî, bi amadebûna Darbaz Kosret Resûl, Xalid Şuwanî û Dr.Yûsif Goran, li Bexdayê digel Serokê Rewta Hîkme Amar Hekîm civiya.

Di civîna roja Şemiyê (24/01/2026) de, her du aliyan nerînên xwe ji bo hikûmeta pêşerojê ya Îraqê anîn ziman, û li hev kirin ku bi lez û bez di navbera aliyên siyasî yên hemû pêkhateyan de lihevkirinek çêbibe da ku di zûtirîn dem de hikûmetek nû were pêk anîn.

Qubad Talebanî aşkere kir ku YNK pêdagire liser wê yekê ku divê pêşîniya hikûmeta bê ya Îraq û Herêma Kurdistanê çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de be û bi taybetî pirsa budçeyê, ku mafekî destûrî yê gelê Herêma Kurdistanê ye û çênabe bê êxistin çarçoveya nakokî û hevrikiyên siyasî.

Danûstanên bi Hadî Amerî re

Şanda bilind ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokaiya Qubad Talebanî  ku jiDr. Xalid Şuwanî û Dr.Yûsif Goran pêk tê li Bexdayê digel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî civiya.

Di civînê de, ku roja Şemiyê (24/01/2026) hat lidarxistin, li ser rewşa siyasî ya Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê nêrîn hatin guhertin û her du alî li hev kirin ku pêwîst e aliyên Îraqî zêdetir bi hevre hevkariyê bikin daku hikûmetek pêk bînin ku di asta qonaxê de be û bikarin asayîş û aramiya Îraqê biparêzin.

Her wiha tekez li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de Îi gorî destûrê.

Danûstanên bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaib

Şanda bilind ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê digel Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaib Qeys Xezelî civiya.

Di civînê de, ku roja Şemiyê (24/01/2026) hat lidarxistin, rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêvajoya Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hat gotûbêj kirin.

Qubad Talebanî nêrîna YNKê li ser çawaniya pêkanîna hikûmeteke nû anî ziman û tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke bikêrhatî kir ku bi wekhevî xizmeta hemû Îraqiyan bike.

Qubad Talebanî got:Li gorî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)  divê hemû pirsgirêkên li Îraqê, tevî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, bi vegera ser destûrê werin çareserkirin, û got: Divê pêşîniya hikûmeta Îraqê ya bê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de be, bi taybetî pirsa budçe û mûçeyan.

Danûstanên bi serokê partiya Teqedum re

Şandeke bilind ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Qubad Talebanî, ku ji Derbaz Kosret Resûl, Xalid Şuwanî û Yûsif Goran pêk dihat, li Bexdayê digel Mihemed Helbûsî, serokê Partiya Teqedum civiya.

Di civînê de, ku êvara Şemiyê (24/01/2026) hat lidarxistin, li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê nêrîn hatin guhertin.

Herdu aliyan li hev kirin ku divê hikûmeta nû li ser binemayê razîbûn û daxwazên hemû pêkhateyên Îraqî were pêk anîn wek yek xizmeta hemû pêkhateyan û welatiyên Îraqî bike.

Di beşek din ya civînê de, Qubad Talebanî, behsa rewşa herêmê kir û pêwîst dît ku aliyên siyasî yên hemû pêkhateyên Îraqê ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê hevkar û hemaheng bin û bi hevre kar ji bo parastina asayîş û aramiya Îraqê bikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket