Agirbest hat dirêjkirin lê dorpêç û kirîza mirovîberdewam in
Kurdistan 10:09 AM - 2026-01-25
PUKMEDIA
Kobanê
Piştî dirêjkirina agirbestê di navbera Hêzên Sûriya
Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, çeperên şer Cezîrê û bajarê
Kobanî li rojavayê Kurdistanê aramiyek tê dîtin. Ev yek di demekê de tê ku
seferberiya giştî berdewam dike û krîza mirovî ya li Kobanî û Cezîrê girantir
dibe.
Ji dema ku duh, 24ê Kanûnê, peymana dirêjkirina agirbestê bo
15 rojan ya di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hate ragihandin bi
navbeynkariya navneteweyî ve, di heman demê de diyalog di navbera her du aliyan
de berdewam dike.
Tevî agirbestê, bajarê Kobanî di bin dorpêçek dijwar de
dimîne, niştecihên wê ji kêmasiyên girîng ên pêdiviyên bingehîn ên wekî nan,
derman û şîr, ji bilî qutbûna tevahî ya sotemenî, elektrîk û avê, êş dikişînin,
ku krîza mirovî ya li bajêr girantir dike.
Li herêma Cezîrê, bi deh hezaran malbatên koçber ji deverên
cûda, bi taybetî Efrîn, Şehba, Reqa, Tebqa, Dêra Zorê û Şedadiyê, dijîn. Tevî
hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo dabînkirina pêdiviyên wan, hejmara mezin a
mirovên koçber ji karînên wê zêdetir e, ev yek jî bûye sedem ku komîteyên
alîkariyê bangên lezgîn ji bo piştgiriya pêwîst bikin.
Di heman demê de, niştecihên rojavayê Kurdistanê bi
avakirina komîteyên parastinê li tax, gund, bajarok û bajaran, piştgirîkirina
Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û dabînkirina
şervanan ji wan re, şiyanên xwe yên parastina xwe xurt dikin.
Xelkê ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her weha hin kesên li Ewropayê, berê xwe
didin Rojava da ku piştgiriyê bidin berxwedanê û tevlî seferberiya giştî ya ku
vê dawiyê de hatiye ragihandin bibin.
Kurdên li Ewropayê çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya
berxwedana Rojava didomînin, di heman demê de komek ciwan amadekariyê dikin ku
werin Rojava û tevlî seferberiya giştî bibin.
Tevî dirêjkirina agirbestê jî, metirsî hîn jî heye ji ber ku
hikûmeta demkî agirbestên berê binpê kirin. Ji ber vê yekê sazî û partiyên
Rojava banga bilindkirina têkoşînê û xurtkirina hevgirtinê li Kurdistan û
Ewropayê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

