Nisrîn Ebdula: Em Sûryeyek ku mafê mirovan têde parastî be dixwazin
Kurdistan 05:10 PM - 2026-01-22
PUKMEDIA
fermandareke Yekîneyên Parastina Gel Nisrîn Ebdula
Îro Pêncşemê 22/1/2026 de, di beşdabûna di kongireyeke rojnamevanî de bi rêya vidyoyê ji nav bajarê Kobanê ve, fermandareke Yekîneyên
Parastina Gel Nisrîn Ebdula behsa rewşa meydanî li Rojavayê Kurdistanê û Kobanê
bi taybetî kir, û got tiştê ku niha li Rojavayê Kurdistanê rû dide li ser
tevaniya nirxê şoreşa gelê Sûriyê ye,
dema ku ev nirx têne binpêkirin xewn û xeyalên gel hildiweşîne.
Di axaftina xwe de Nisrîn Ebdula behsa wê yekê kir ku Kurd
çi di milê eskerî de be xwe parastine û ev êrîş êşe ji wan re, Têkoşîna ku wan
ji 2011 ve dabû dest pê kirin ji bow ê yekê bû ku Sûryeyek ava têde kerameta
mirov parastî û misoger be bû, lê tiştên qirêj ku têne kirin vê armancê ji hole
radike.
Di dema ku ereb ji her deverê ji Sûriyê ber bi Bakur û
Rojavayê Sûriyê ve koçber bûn hemû hêzên me erkên xwe bo parastinê pêk anîn û
gelê me nan xwe li gel wan parve kir, lê niha ew necedperestiyê li hember me tînin
bikar anîn, tiştên herî qirêj li hember hêzên me ku bi dîl hatine kirin dikin.
Got jî agirbestên ku têne ragihandin bê wate ne, ji ber ku
niha di van kêliyan de êrîş li Reqa û Kobanê her berdewam dikin, lê eger radestkirin
li ser me were ferz kirin, berê me gotiye yan jiyaneke bi rûmet di welateke
azad de û yan şehadet, emê çawa xwe radestî rêjîmekê bikin ku me mirov nabîne û
serê me qut dike û keçên me difroşin û her tiştekî qirêj bi serî me tine. Di
dirêjehiya axaftinê xwe de got ema made ne ji bo giyalogê, daxwaz ji navpeynkaran
kir ku bibin dostên rastî û bighêjin lihevkirinekê û heta wê demê ewê xelkên
xwe biparêzin.
Avakirina Sûryeya nûh bi awayê DAÎŞan wê bandore li tevahiya
cîhanê bike ne tenê herêmên derdorê, dive cîhan ji vê yekê haydar be.
Amaje bi wê yekê kir ku vekşîna wan ji wê yekê bû ku komkujî
çênebin, lê hatina herêmên me xeta sore, ji ber ku ew bi armanca qirkirinê ye,
dema ku em zîndanên DAÎŞê diparêzin ew ji bo rêgirîkirin li têkbirina ewlehî û
komkujiyane.
Li Kobanî ti hêzên navneteweyî tune ne, û got li gor van
êrîşên ku bi ser me de têne kirin, em ti piştgiriyê nabînin, kuştin û êrîş berdewamin
tenê peyamên radestkirinê hene.
Hêzên wan niha li Reqayê parastina zîndana DAÎŞyan dikin,
êrîşên giran li ser wan hene ku zîndanê bidest xwe bixin,dosyayên her girtiyekî
di wê zîndanê de bi dest me de hene ew hemû çete û terorîstin.
Derbarê korîdorên mirovahî de got raste hinek alîkarî hatine
lê mijara me ne xwerin û vexwerine, miletê me soz daye ku wê tînû û birçî û bê
derman jî bimîne, soz daye ku berxwedaniyê bike heta ku çareseriyek tê danin.
Di bersiva pirsa PUKMEDIAyê de Nisrîn got: Yê ku niha
di nav êrîşê de ne çeteyên Emşat û Hemzat û Sultan Murad û DAÎŞê , her weha eşîre
jî hene, hemû bi çekên Tirkiyê hatine çekdar kirin. Du caran dronên Turkan li
me xistin û hevalên me şehîd xistin, Îro li ser sînorê Sirujê bi dehan çekên zirxî
dane bûn, agahî hene ku bi bejahî û esmanî Tirkiyê wê beşdarî vê êrîşê bibin, û
wê demê bi hezaran mirov wê bibin qurbanî.
Di bersiva pirsa duyem de jî got: Li Kobanê êrîşên pir dijwar tên kirin komkujî
têne kirin û hemû şekên giran yên Tirkiyê ne, her weha behsa qutkirina kerebe û
avê kir, ku niha dunya zivistane kerebe tune ye ku milat xwe pê germ bike, her
weha av jî li ser bajêr hatiye qutkirin, ku ew pêdiviyeke sereke ye ji bo
jiyankirinê, ji ber wê li nexweşxaneyan pirsgirêk derketine, û bang kir ku
çareseriyeke bilez ji van pirsgirêkan re were dîtin, ji ber ku bajar di bin
dorpêçê de ye û xwarin jî kêm dibe, rewşa jiyanê gelkî zehmete.
Nisrînê di bersiveke xwe de amaje bi wê yekê kir ku eger HSD
bi dawî bibe Sûriyê wê têk biçe, HSD tekane hêz bû ku parastina rastiya gelê Sûriyê
dikir bû, mixabûneke ji bo Sûriyê ye û got qurbanî ne tenê Kurdibûn lê Elewî,
Durzî û gelek kesên din bûn. Ev şerê li dijî me ne di cihê xwe de ye, ma em
kîne, em ne Sûrî ne.
Got jî ji bo aramî û aştiyê, wan bi vîna xwe peymana 8 Adarê
îmze kir, me niyeta xwe ya pak nîşan da ku em parçeyeke ji Sûriyê ne û emê
sîstemeke demokratîk birêve bibin, armanca me tenê ewe ku her pêkhateyek bi
mafên xwezayî jiyan bike ye. Niha birêz Mezlûm Ebdî niha li Hewlêrê di civînan
de ye û diyar dike ku çiqas em rijdin li ser vebijarka hebûna zimanê diyelogê, û
aştiyê, em ji şer hez nakin lê ya ku li ser me tê ferzkirin tenê şere.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
DEM partî: Serok Bafil piştgiriya hevalbendên Rojava bi dest xist
07:04 PM - 2026-02-16 -
Meclîsa Nûneran ji bo dengdana li ser rêziknameyên navxweyî, navên komîteyan civînê lidardixe
06:58 PM - 2026-02-16 -
Banka Navendî: Qanûn û rêzikname ti cudahiyekê di nav çapên dolar ên cuda de nas nake
12:37 PM - 2026-02-16 -
Konsulê Giştî yê Koreya Başûr serdana Rêveberiya Raperînê kir
10:37 PM - 2026-02-15
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 10:27 PM - 2026-02-16 Şêx Cefer ji bo gotûbêjkirina yekxistina Pêşmerge civîneke girîng pêk tîne
Lêpirsînên destpêkê bi DAIŞiyên ku ji zîndanên Sûriyê hatine veguhestin dest pê kirin
06:14 PM - 2026-02-16
Şandeyeke NY`yê serdana Kobanê kir
03:26 PM - 2026-02-16
Beşdarbûna şanda Rojavayê Kurdistanê li Munichê bala navneteweyî dikişîne
12:07 PM - 2026-02-16
163 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:20 AM - 2026-02-16
zortrin xwendraw
-
Rojavayê Kurdistan serkeftinên serbazî kir destkeftên siyasî û diplomasî
Nêrîn 12:12 AM - 2026-02-16 -
Konsulê Giştî yê Koreya Başûr serdana Rêveberiya Raperînê kir
Kurdistan 10:37 PM - 2026-02-15 -
Beşdarbûna şanda Rojavayê Kurdistanê li Munichê bala navneteweyî dikişîne
Kurdistan 12:07 PM - 2026-02-16 -
163 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:20 AM - 2026-02-16 -
Lêpirsînên destpêkê bi DAIŞiyên ku ji zîndanên Sûriyê hatine veguhestin dest pê kirin
Êraq 06:14 PM - 2026-02-16 -
Şandeyeke NY`yê serdana Kobanê kir
Kurdistan 03:26 PM - 2026-02-16 -
DEM partî: Serok Bafil piştgiriya hevalbendên Rojava bi dest xist
Kurdistan 07:04 PM - 2026-02-16 -
Banka Navendî: Qanûn û rêzikname ti cudahiyekê di nav çapên dolar ên cuda de nas nake
Aborî 12:37 PM - 2026-02-16



.jpg)


Aplîkêşin

