Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku li şûna zimanê şer û çekan, çareseriyên siyasî werin pêşkêş kirin
Kurdistan 11:31 AM - 2026-01-15
PUKMEDIA
Logoya Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê derbarê gefên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê û kampanyayên medyayî yên provokatîf de daxuyaniyek ji raya giştî re weşand.
Ev daxuyaniya Rêveberiyê ye:
Em rageşiya bê sedem ku komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dimeşîne şermezar dikin. Ev rageşî metirsî û gefên mezin li ser derfetên aramî û aştiyê yên li welêt çêdike. Em ji ber van nêzîkatiyan fikarên xwe yên mezin tînin ziman.
Gelê Sûriyeyê di dirêjahiya zêdetirî 15 salan de ji ber şer, wêrankirin, kuştin û koçberkirinê êş kişandiye. Gel berdêlên mezin ên siyasetên zordestî û tundiyê yên rêjîma berê dane. Gelê Sûriyeyê bi pêkhateyên xwe yên cûda hêvî dike ku rûpela şer were girtin û bi ewlehî û rûmet bijîn, siberojeke ewle û aştiya navxweyî ava bibe.
Di demeke ku pêdiviya me bi lihevhatin û hevgirtina li hember pirsgirêkên hevbeş hene de, derxistina şerekî nû yê bê sedem, wê proseya siyasî lawaz bike, bingehên aştiya navxweyî têk bibe û parçebûnê di navbera gelê Sûriyeyê de kûrtir bike.
Me berê jî gotibû, zimanê diyalog û gotûbêjê ku rêya çareserkirina pirsgirêkên asêmayî ye, divê di navbera hemû hêzên Sûriyeyî de serwer be. Divê zimanê gef, şer û çekan neyê bikaranîn ku dê rijandina zêde ya xwînê û wêrankirinê bi xwe re bîne. Dê di vî şerî de serkeftî û binkeftî tune bin, lê dê welat û gelê Sûriyeyê berdêlên vî şerî bidin. Ev jî tam li dijî hêviyên Sûriyeyiyan e.
Li ser vê yekê em bang li hemû hêzên Sûriyeyê dikin ku em yek bin, zimanê kîndarî û şer red bikin. Em xwişk û biratiya gelan û nirxên jiyana hevbeş pêş bixin, em ji bo Sûriyeyeke nenavendî bixebitin ku mafên hemûyan tê de mîsoger bin.
Em bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku di biryarên xwe de hakim û berpiryar be, diyalog û çareseriya siyasî ya dûrî zimanê şer û çekê esas bigire, ji ber ku ev yek dê li gorî berjewendiyên bilind ên gelê Sûriyeyê û yekparbûna welat be.
Em amade ne li diyalogan vegerin û hemû pirsigrêkan çareser bikin da ku dawî li herikîna xwîna Sûriyeyiyan were û planên ‘parçe bike û têk bibe yên bi armanca derxistina nakokiyan di nava Sûriyeyiyan de têk bibin.
Di demên dawî de hin kanal û malperên îstîxbaratî agahiyên derew derheqê me û têkiliyên me yên bi dewletên derdorê re, bi taybetî bi Îranê re belav dikin. Em tekez dikin ku planeke me ya siyasî ya sabit heye, ew jî esasgirtina îradeya gelan û jinan, mafên wan ê di dan û standinên bi hemû hikumetan re ye. Li ser vê yekê helwesta me ji bûyerên ku Îranê rû didin pir zelal e. Em li dijî reêjîma Îranê ne ku rojane jin, ciwnên Kurd, Ereb, Belûş û Faris bi darve dike. Em di wê baweriyê de ne ku pergala demokratîk vebijrêka yekane ya rizgarkirina gelê Îranê ye.
Herî dawî em bang li civata navneteweyî û dewletên ku di kar û barên Sûriyeyê de aktif in, dikin ku ji bo rêgirtina li ber şerekî nû li Sûriyeyê helwestên zelal bigirin û gavên cidî û çalak biavêjin. Her wiha piştgiriyê bidin proseya siyasî ku bidawîkirina êşa gelê Sûriyeyê û pêkanîna aştiyeke mayînde mîsoger dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

