Nîzar Amêdî, ji Badînan ber bi Koşka Selam
Kurdistan 04:32 PM - 2026-01-14
PUKMEDIA
Nîzar Amêdî
Nîzar
Mihemed Seîd Mihemed, ku wekî Nîzar Amêdî jî tê nasîn, di 6ê Sibata 1968an de
li navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye,Ew zewicî ye û çar zarokên
wî hene.
Nîzar Amêdî,
ku li Mûsilê xwendiye û li Silêmanî û Bexdayê jiyaye û kar kiriye, û bi kirdeyî
rastiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Bexdayê baş fam dike.
Kurteya karê Nîzar Amêdî:
Ew
kesayetiyek siyasî, hikûmetî û dîplomatîk li Îraqê ye û ji çar dehsalan zêdetir
xizmeta gel kiriye û di gelek warên rêveberiyê de xwedî ezmûn e, di nav de kar
di postên bilind yên Îraqê de, şêwirmendê payebilind yê sê xûlên serokatiya Îraqê
û wezîrê jîngehê.
Nizar Amêdî
xwedî dîrokeke dirêj di rêveberiya dewletê de ye, di peymanan de roleke mezin
lîstiye, ji bilî nûnerayetîkirina welêt, akademîk û teknîkî bi ezmûna siyasî û
dîplomatîk, di peyman û lihevkirina di navbera hikûmeta navendî û herêmê de
roleke girîng lîstiye.
-Di peywendiyên di navbera hikûmeta
federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar kiriye, ji ber vê yekê ew aloziyên
destûrî û siyasî yên vê peywendiyê fêm dike û beşdarî çareserkirina pirsgirêkên
di navbera her du hikûmetan de bûye, ji bilî peywendiyên xurt bi
aliyên Kurdistanî û hêzên sîyasî yên sereke yên Îraqê re, ev yek bi saya
xizmeta ku di serdema Serok Mam Celal û, Dr. Fuad Mesûm û Dr. Berhem Salih
pêşkêş kirine ye.
- Ew xwedî şiyanek mezin e ku ramanên cûda bîne cem hev û yekîtiya
neteweyî biparêze.
Ezmûna Navneteweyî û Siyaseta Giştî Nizar Amêdî:
- Ew zêdetirî 20 salan di
postên bilind yên hikûmet û siyasî de kar dike û xwedî gelek ezmûnên siyasî û
rêveberiyê ye, di nav wan de: Şêwirmendê Serokkomar bi pileya Wezîr, Cîgirê
Wezîr û Wezîrê Jîngehê.
- Di gelek konferansên
nûnerayetiya Îraqê de kiriye, di nav wan de lûtkeyên Erebî (Misir, Cezayîr,
Tunis, Erebistana Siûdî, Kuweyt).
- Konferansa Guherîna
Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 – Parîs (2015).
- Serokayetiya şanda Îraqê bo COP28 – Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (2023).
- Beşdarbûna di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jîngehê ya
2023an de li Nairobiyê.
- Beşdarbûna Konferansa
Avê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê.
- Serdanên fermî yên asta
bilind bo Cenevre, Washington, Tehran, Riyad, Muscat û St. Petersburg.
- Endamê herdemî yê
şandeyên serokatiya komarê bû.
- Beşdarî hemahengiya
siyaseta derve û dîplomasiya serokatiyê kiriye.
Jêhatîbûn û
şiyanên sereke yên Nizar Amêdî:
- Serkirdayetî
û rêveberiya welêt
- Biryara stratejîk
- Gihiştina peymanên
lihevkirinê û birêvebirina hevpeymaniyê.
- Karkirin di warê destûrî
û sazûmanî yê dewletê de
- Şêwirmendê Serokkomar û deshelata
cî bi cîkar karê, Dîplomasî û Nûnertiya Navneteweyî
- Rêvebiriya qeyran û
danûstandin
- Karkirin di warê jîngehê
û geşepêdana domdar ya di vê qadê de
- Karkirin li ser peywndiyên
di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de
- Ezmûna kirdeyî ya
berfireh di serokatiya Komara Îraqê de
Ezmûna îdarî
di hikûmetê de
- Dîplomasiya herêmî û
navneteweyî
- Hemahengiya bi Neteweyên
Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî re
Zimannasî û asta xwendinê
- Şarezaya tevahî ya
zimanên Erebî û Kurdî
- Bekaloryosî
Endezyariya Mekanîkî, Fakulteya Endezyariyê, Zanîngeha Mûsilê
Ezmûn di
karên siyasî û rêxistinî de
- Endamê serokatiya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
- Endamê Hevpeymaniya
Rêveberiya Dewletê (2022 –Heya niha)
- Endamê Mekteba Siyasî -
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (2023 –Heya niha)
- Berpirsê Mekteba Siyasî
ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Bexdayê (2024 – Heya niha)
- Li
nivîsgeha Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê de xebitî
(1993-2003)an
Ezmûna wî ya pîşeyî
- Wezîrê
Jîngehê – Komara Îraqê (2022-2024)
-Dariştin û cî
bi cîkirina siyaseta jîngehê
- Mameya Îraqê digel guherîna
avhewayê û pirsgirêkên din baştir kiriye
- Di konferansên
navneteweyî de nûnertiya Îraqê kir û serokatiya şandeyên fermî bû.
- Dîplomasiya jîngehê wekî
beşek ji ewlehiya neteweyî ya Îraqê pêş xist.
- Şêwirmendê Yekem yê
Serokatiya Îraqê di navbera salên 2005-2022an de (bi pileya Wezîr û Cîgirê
Wezîr)
Berpirsiyarî
- Şêwirmendê Serokkomar
- Xala peywendiya di
navbera serokatiyê, deshelata destûrî û aliyên herêmî de.
- Piştgiriya avakirina
hikûmetê kir û di rêvebirina qeyranan de roleke mezin lîst.
- Çavdêriya biryar û
nûnerên serokatiyê (Peywendiyên Serokatiyê) kir.
Girîngtirîm destkeftiyên wî
- Misogerkirina aramiya
sazûmanî di serokatiyê de ji bo sê xulên
- Birêvebiriya
qeyranan
- Bi hêzkirina rola
destûrî ya serokatiya Komarê Îraqê
PUKMEDIA
-
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

