Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike

Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09
Heyva Sor ya Kurd AJANS

Heyva Sor ya Kurd

Heyva Sor ya Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangek mirovî ya lezgîn dike û bang li saziyên navneteweyî dike ku yekser mudaxele bikin daku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ên Helebê rawestînin, û korîdorên mirovî yên ewle vekin daku veguhestina birîndaran û gihandina alîkariyan hêsan bikin her weha rêxistinê karwanek ber bi bajêr ve şand.

Heyva Sor ya Kurd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji navenda xwe ya li bajarê Hesekê bangewaziyek mirovî ya lezgîn kir û hişyarî daku rewşa mirovî li Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd yên bajarê Helebê xirabtir bûye, ji ber êrîşên dijwar yên bi çekên giran ku çar roj li pey hev berdewam dikin û di encamê de 100 sivîl birîndar bûn û 11 kes jî şehîd bûn, ku piraniya wan jin, kal û pîr û zarok in.

Heyva Sor ya Kurd destnîşan kir ku hêzên êrîşkar heta niha rê li ber ti rêxistinên bijîşkî yan mirovî girtine ku derbasî sivîlên birîndar bibin, û di heman demê de bombebaranê berdewam kirine, ji ber ku tiştê rû didin binpêkirineke eşkere ya rêziknameyên mafên mirovan û yasaya mirovî ya navneteweyî ye.

Heyva Sor ya Kurd bang li hemû aliyên peywendîdar yên navneteweyî û herêmî kir ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û mirovî bigirin ser xwe û ji bo rawestandina tavilê ya êrîşên li ser sivîlan û vekirina korîdorên mirovî yên ewle bixebitin, û amadebûna xwe ya tevahî ragihand ku gava korîdorek mirovî were ewlekirin, bikeve her du taxan daku birîndaran derxîne û alîkariya mirovî radest bike.

Piştî xwendina daxuyaniyê, karwana Heyva Sor ya Kurd ku ji 15 ambulansan pêk tên, ber bi Helebê ve çûn.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket