Parlamenterên Îraqî dê di rûniştinên pêş de heft mijarên girîng gotûbêj bikin
Îraq 12:44 PM - 2026-01-07
Ragihandina encûmena nûneran
Encumena Nûneran
Encûmena Nûneran a Îraqê biryar e ku roja Şemiyê 10ê Çileya
2026an, rûniştina xwe ya sêyemîn lidarbixe.
Bi destpêkirina xula xwe ya şeşemîn re, eşkere bû ku
Encûmena Nûneran rêbazek çalak pejirandiye, ku cidîbûna xwe di şopandina erka
hikûmetê û parastina pereyêm giştî de nîşan dide, di heman demê de hewl dide ku
aramiya saziyên dewletê misoger bike.
Di vê çarçoveyê de, Encûmenê bernameyek berfireh a civînan
bi heft saziyên sereke re pejirand, di nav de Dîwana çavdêriya darayî,Desteya
Paqijiyê, Encûmena xizmetkirina Federal, Encûmenên parêzgehan, Banka Navendî, Saziya
Şehîdan û Desteya Xanenîşê. Ev civîn dê li ser nirxandina erk, şopandina
pabendbûna bi qanûnan, destnîşankirina kêmasiyan û misogerkirina pêşkêşkirina
karûbaran a bi bandor û zelal ji welatiyan re bisekinin.
Parlamenter Ramyar Hayder, ji fireksiyona Yekîtiya Nîtimanî ya
Kurdistanê ji PUKMEDIA re got ku Encûmena Nûneran dê di rûniştina xwe ya Şemiya
bê de li ser dahatên ne-petrolê û rêbazên rêkxistina wan û pêşîgirtina li her livala
çûna peyerên giştî gotûbêj bikin.
Got jî: Encûmen dê li ser çawaniya bikaranîna van dahatên
ne-petrolê, rêbazên herî zêde bikaranîna wan, û çawaniya belavkirina wan bi
awayekî dadperwerane, û her weha hewldanek girîng ji bo baştirkirina rewşa
îdarî û darayî ya Îraqê gotûbêj bike.
Wî destnîşan kir ku Encûmena Nûneran dê di rûniştinên xwe
yên pêş de mazûvaniya çend saziyên darayî û çavdêriyê bike da ku ji bo
baştirkirina rewşa darayî ya Iraqê û derbaskirina her krîzek darayî ya
potansiyel a pêşerojê bixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

