Îraq saleke ji guhertinên siyasî û dîplomatîk bi dawî dike
Îraq 12:25 PM - 2025-12-28
PUKMEDIA
Alaya Îraqê
Îraqê di sala 2025an de tevgereke siyasî û dîplomatîk a
bêhempa dît, ku bi biryarên serwerî û destkeftiyên destûrî pêgeha xwe ya herêmî
û navneteweyî xurt kir.
Sal bi çareserkirina pirsgirêka serokê parlementoyê dest pê
kir, ji ber ku Encumena Nûneran bi serkeftî serokê nû hilbijart, ku bû sedema
aramiya xebata yasayî û destpêkirina gotûbêjên li ser qanûnên rawestiyayî. Di
Sibatê de, peymana çarçoveyî bi Washingtonê re hate çalakirin, ku balê dikişîne
ser veguhestina ji aliyê leşkerî bo hevkariyên aborî û enerjiyê.
Di Adarê de, Bexda bû navendek ji bo dîplomasiya navneteweyî
ku mêvandariya rêber û berpirsên Ereb û biyanî kir, ku baweriya navneteweyî ya
zêde bi aramiya Îraqê nîşan dide. Di Nîsanê de, roja hilbijartinê hate
destnîşankirin, û maratona avakirina hevpeymaniyê dest pê kir, ku çalakiyek
siyasî ya berfireh da destpêkirin.
Di Gulanê de bexdadayê Lûtkeya Erebî lidarxist, ku bi lixwegirtina
"Nerîna Bexdayê ji bo Aramiyê" xalek girîng a siyasî nîşan da. Di
Hezîranê de, qanûna hilbijartinê hate sererastkirin, ku şefafiyeta di pêvajoya
hilbijartinê de zêde kir.
Di Tîrmehê de, hikûmetê planeke siyasî û îdarî ya berfireh
da destpêkirin da ku aramiya li Şingalê û deverên nekok xurt bike. Di Tebaxê
de, Îraqê berdewam kir ku rola "navbeynkarê rastgo" li herêmê bilîze,
û mêvandariya dewreyên diyalogên veşartî û giştî di navbera hêzên herêmî yên lihevnekirî
de kir.
Sal bi pejirandina encamên hilbijartinê ji aliyê Dadgeha
Bilind a Federal ve bi dawî bû. Berî vê yekê, Çarçoveya Hevrêzkirinê xwe wekî
mezintirîn fireksiyona parlemanî nîşan dabû, û tekez li ser pêwîstiya avakirina
hikûmetek "xizmeta neteweyî" kir da ku li ser destkeftiyên 2025-an
ava bibe.
Di Kanûna yekem 2025-an de her wiha li gorî biryara 2732-an
a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi fermî bidawîbûna wîleyata nûnetiya Neteweyên
Yekbûyî ji bo Îraqê (UNAMI) hate ragihandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

