Zelenskyy Plana Aştiyê ya 20 xalî aşkere kir

Cîhan 04:17 PM - 2025-12-24
Serokê Ukranya Volodymyr Zelenskyy En Son Haber

Serokê Ukranya Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukranya Volodymyr Zelenskyy, dema ku planeke aştiyê ya 20 xalan a di bin pêşveçûnê de ragihand, diyar kir ku ew dikarin ji bo psendkirina planê referandûmekê li dar bixin.

Di hewldanên aştiyê yên dijwar yên ku armanc dikin ku şerê di navbera Ukranya û Rûsya de bi dawî bikin de pêşketinek girîng çêbûye.

Li gorî medyaya Ukranyayê, Serokê Ukranya Volodymyr Zelenskyy, li Kîevê bi rojnamevanan re li ser Şerê Rûsya- Ukranya axivî, li ser plana aştiyê ya ku ew bi Amerîka û hevalbendên Ewropî re li ser dixebitin şîrove kir, û tekez kir ku yekparçeyiya axa Ukranya û garantiyên ewlehiyê ji bo wan pir girîng in.

REFERANDÛM GENGAZ E

Zelensky destnîşan kir ku eger mercên ewlehiyê yên guncaw werin bicîhanîn, hilbijartinên serokatiyê dikarin li welêt werin lidarxistin û her wiha diyar kir ku ew dikarin li ser plana aştiyê referandûmekê li dar bixin.

Zelensky got: Ukranya dê an vê peymanê (plana aştiyê) ji bo pejirandinê pêşkêşî parlemenê bike yan jî referandûmek neteweyî bi formata 'erê' an 'na' li dar bixe, Ukranya dibe ku biryar bide ku hilbijartin (hilbijartinên serokatiyê) di heman demê de bi referandûmê re li dar bixe.

JI BO REFERANDÛMÊ AGIRBEST PÊWÎST E

Zelensky tekez kir ku ji bo hilbijartin yan referandûmek li welêt agirbestek herî kêm 60 rojan pêwîst e û got:Em dikarin bi peymanek berfireh ku dawiya şer zelal dike, biçin referandûmekê,ji ber ku mirov dikarin hilbijêrin ka ev encam ji bo me pesend e yan na,wê demê dikare referandûmek hebe,lidarxistina referandûmekê herî kêm 60 rojan pêwîst dike, û ji bo wê emê hewceyê agirbestek rastîn ya 60 rojan bin,wekî din, emê referandûmê li dar nexin.

Zelensky diyar kir ku Parlamena Ukranya tenê dikare roja hilbijartinan li welêt piştî îmzekirina peymana aştiyê diyar bike.

Serokê Ukranya got: Hilbijartinên herêmî û parlemanî jî dê piştî rakirina yasaya leşkerî, ku ji sala 2022an vir ve ji ber şer di meriyetê de ye, gengaz bibin.

Zelensky diyar kir ku li gorî plana aştiyê ya ku ji hêla Amerîka ve hatî pêşniyar kirin, danûstandin ji bo avakirina herêmeke aborî ya azad li beşek" herêma Donetskê didomin.

Her weha destnîşan kir ku ew dikarin vê mijarê binirxînin eger garantiyên ewlehiyê yên guncaw ji welatê wî re werin dayîn, û got: Piştî ku garantiyên ewlehiyê ji bo Ukranya werin dayîn, alî dikarin egera afirandina herêmeke aborî ya azad li beşek ji herêma Donetskê bifikirin.

Zelensky destnîşan kir ku eger herêmeke aborî ya azad a wisa were afirandin, Artêşa Rûsya jî dê neçar bimîne ku vekişe eger leşkerên Ukranya dûrbûnek diyarkirî ji herêmê vekişin, û got: Ji bo biryarek wusa peymanek cuda di navbera Ukranya, Amerîka û Rûsya de dê pêwîst bike.

Zelensky diyar kir ku şandeya Ukranya di rojên dawî de bi rayedarên Amerîkî re li ser plana aştiyê kar bike.

ŞANDA AMERÎKÎ ÎRO BI SEROKÊ RÛSYA RE DICIVE

Zelensky diyar kir ku dibe ku şanda Amerîkî îro bi Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn re li ser vê mijarê gotûbêjan bike, û ewê sibê li benda nûçeyên li ser encamên vê civînê bin.

Zelensky tekez kir ku Ukrayna dê dev ji pêvajoya tevlîbûna di nava NATOyê de bernede.

Serokê Ukraynayê 20 xalên ku di danûstandinên aştiyê de têne nirxandin wiha rêz kirin:

Serokê Ukraynayê 20 xalên ku di danûstandinên aştiyê de têne nirxandin wiha rêz kirin:

1. Piştrastkirina serweriya Ukranya.

2. Avakirina peymanek bê êrîşkirinê di navbera Rûsya û Ukranya de û mekanîzmayek ji bo çavdêriya rewşê li ser xeta agirbestê.

3. Garantiyên ewlehiyê yên pêbawer ji bo Ukranya.

4. Sînorkirina mezinahiya Hêzên Çekdar yên Ukranya bi 800 hezar personelan di dema aştiyê de.

5. Amerîka, NATO û Ewropa garantiyên ewlehiyê yên mîna Xala 5-an ya Peymana Atlantîka Bakur bidin Ukranya, di rewşa êrîşek Rûsyali ser Ukranya de, dê bersivek çekdarî were dayîn û dê siza li dijî Moskow ji nû ve werin sepandin.

6. Rûsya siyaseta xwe ya bê êrîşkirinê li hember Ewropa û Ukranya fermî bike.

7. 8. Destnîşankirina demekê ji bo tevlêbûna Ukranya bo Yekîtiya Ewropî û dabînkirina gihîştina demkurt ya Kîevê bo bazara Ewropî.

9. Diyarkirina vê plana aştiyê, ku pakêtek bihêz ji bo pêşkeftina gerdûnî ji bo Ukranya pêşbînî dike, di peymanek veberhênanê ya cuda de, û bi taybetî jî di nav de pêşveçûn fonên ji bo weberhênanê, pêşxistina binesaziya gaza xwezayî, ji nû ve avakirina herêman, û derxistina maden û çavkaniyên xwezayî.

10. Pêşkêşkirina 800 milyar dolaran ji bo ji nû ve avakirina Ukranya.

11. Lezkirina pêvajoya dawîkirina peymana bazirganiya azad bi Amerîka re.

12. Misogerkirina statuya bê-nukleer a Ukranya.

13- Ukranya û Rûsya soz didin ku bernameyên perwerdehiyê li dibistanan bicîh bînin ku toleransa çandên cûda pêş dixin.

 14- Li herêmên Donetsk, Lugansk, Zaporizhzhia û Xersonê, ji roja pejirandina peymanê pê ve, li ser xetên bicihkirina leşkeran agirbestek were danîn. divê Rûsya leşkerên xwe ji herêmên Dnipropetrovsk, Mykolaiv, Sumy û Kharkiv vekişîne.
Her çend Ukrayna israr dike ku artêşa Rûsya ji Donbasê vekişe jî, Amerîka pêşniyar dike ku li wir herêmeke aborî ya azad were avakirin.

15- Dema ku peymanên herêmî werin çêkirin, Rûsya û Ukranya soz didin ku wan bi zorê neguherînin.

16- Rûsya dê rê li ber Ukranya negire ku Çemê Dnieper û Deryaya Reş ji bo çalakiyên bazirganî bikar bîne; Nîvgirava Kinburn dê bê çekdar bibe.

17- Komîteyek mirovî dê were damezrandin, dîlên şer dê li ser bingeha "hemû ji bo hemûyan" werin guhertin, û sivîl, di nav de zarok û girtiyên siyasî, dê werin vegerandin.

18- Divê Ukranya piştî îmzekirina peymanê di zûtirîn dem de hilbijartinan li dar bixe.

19- Bicîhanîna peymanê dê ji hêla encumenek bi serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ve were garantîkirin,ji bo binpêkirinan dê siza werin sepandin.

20- Agirbestek tevahî dê tavilê piştî ku hemî alî vê peymanê pesend bikin bikeve meriyetê.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket