Kurdistan
Nêrîn 05:28 PM - 2025-12-18
PUKMEDIA
Helbest:Welîd Hemîd Xelîl
Dema ku ez her sibehê ji xew şiyar dibim,
Ji bo awazên sîmfoniya te,
Ji bo xwezaya te ya bêhnbir ku min her zindî dihêle,
Bi hezaran
sedem hene ku,
Ez ji te hez bikim û li te xwedî derkevim.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Di vê cîhana hovane û Reş û Spî de,
Tu tenê senteza
reng û bedewiyê ye,
Rojanetu
xwediyê hemû demsalan e.
Tu ji hemû
rengên Keskesorê geştir vedibiriqe.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Ez hizira hemû hezkiriyên xwe,
Yên jin û zelam jî dikim
Ku hemû can û milkên xwe yê herî hêja ji bo te bexşîne.
Ew hest nayab û gelekî matmayî ye,
Di kûrahiya
giyan û hişê min de,
Ji dema ez
ji dayîk bû me,
Ez li benda
te me.
Ez êdî
nikarim jiyanekê bê te xeyal bikim.
Li şûna ku
ez di vê cîhana durû ya mirovên bê wîjdan de bijîm.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Her gava ez
helbesteke evînî dibihîzim,
Tu bi wê re diherikî kûrahiya dilê min.
Ez dest bi
nivîsandina li ser te dikim,
Û canê xwe fedayî te dikim,
Tu her tim
di dilê min de melevaniyê dike,
Û tu min
mînakêşana Sêgoşeya Bermûda,
Dikişînî nava kûrahiya dilê xwe.
Ez nikarim
peyv û ristekê bibînim ku,
Rûmeta te têd vebêjim.
Ji ber ku tu
mezintirîn pirtûkxaneya peyvên evîn,
Hezkirin,
Bedewbûn û afirîneriyê ye.
Gelo ez ji
van çavên te yên bedew re binivîsim?
Ku ez cîhana
xwe bi riya wan dibînim.
Pênûsa min
nizane çawa li ser te binivîse, Kurdistana min ya nazdar.
Dergûşa
mirovahiyê,
Evîn...
Hemû
şaristaniyên mirovahiyê.
Ey
Kurdistana min evîndarê çavên te me.
Li ser sînga
te ya paqij nimêj û nizayan her demê dikim.
Û sirûdên evîndariyê
yên herî xweşik wek Bilbilan,
Ji bo te dixwînim,
Her carê ku
ez hizira te dikim,
Bila di bi
bîr te de be ku nexşe ya te
Wek volkanekî
di hiş û dilê dijminên me de diteqê,
Û goran ji bo dijmanan dirust dike.
Ey hestên
min;
Ma tu dizanî
bi bayê ya paqij te , hemû jiyana min zindî dibe ?
Ez her tiştî
ji bîr dikim ji ber ku,
Di hişê min de tenê bedewiya çavên te hene.
Ew xwezaya
te ya balkêş e.
Ma tu dizanî ez çiqas ji te hez dikim?
Dema ku rûbarên te yê Efrîn,
Firat,
Munzur,
Dicle,
Gola Wanê,
Sûlava Muradê
Aras,
Zap,
dukan,
Sîrwan,
û Avaşîn
dibînim ji nav hembêza te diherikin
Ez wek Siyamend
û Xecê,
Û Ferhad û Şîrîn ji te hez dikim.
Wek zarokekî
ku hembêza dayîka xwe winda kiriye.
Ez ji te hez
dikim,
Qet naxwazim
ji hembêza dilovaniya te dûr bikevim,
Mîna
kulîlkek li biyabanekê bê avdan, ez li benda avdan te me,
Tu ew
bihuşta rastîn e ku bi hezaran evîndar,
Helbestvan,
Û dîroknas li
ser ciwaniya te nivîsandine,
Mîna
efsaneya keştiya Nûh,
Ku li ser lûtkeyên Çiyayê Cûdî bi cih bûye,
Destana Kelha
Dimdim.
Destana
Derwîşê Evdî,
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Jiyan bi bê te çi tama wê nîne,
Li dewsa ku bi bê te ez di cîhaneke kirêt de bijîm,
Her demê canê xwe ji bo te feda dikim.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Her carê ku ez te dibînim,
Tu diherike nava raman û bîranînên min,
Ku tu carî ez te ji bîr nakim,
Her gava ku sîmnfoniya evîna te digihîje guhên min,
Awazên te min dikişînin nava kûrahiya dilê te.
Ez jî bi saz û dengê xwe stranên evîndariyê ji bo te dibêjim.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Bi hezaran
stêrk di çavên te de vedibiriqin,
Ew hêvî û
geşbîniyê di dilê min,
Û dilê hemû
hezkiriyên te de divejîne.
Bi bedewbûna
xwe tu çavên xayînên mîna,
Beko Ewanan
kor dike,
Û hembêza xwe dike goristan ji bo dijmanan,
Ronahiya te
ya geş tarîtiya şevên herî tarî di zînanan de diqlişîne.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku tu bihuşta evîna sozdayî ya minî.
Ji bêhna te
hez dikim,
Dema ku dest
li ax û ciwniya te didim.
Nimêjê li
ser sînga ax ya pîroz dikim.
Her demê ji
bo azadî û evîna rastîn ya axa we ya pîroz nimêjê dikim.
Wê demê ez hest
dikim ku min xewna xwe bi dest xistiye.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Dema ku
Xwedê kulîlk afirandin,
Tu jî bi wan re afirand.
Lê tu ji Sosin,
Reyhan û hemû kulîlkan din bi pîroztirî.
Kenê te wek bihareke bê dawî ye wekî rojê dibiriqe,
Giyanên durû û xwînmêjan ku ji bedewiya te dihesin dişewitîne.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku tu,
Xweşikbûna
te hestek geşbînî,
Û evîna herdemû di min de çandiye.
hewal ziyatr
-
Bêgerd Talebanî: Alîkariya Qubad Talebanî bo Çemçemal cotkaran jî digre
04:47 PM - 2025-12-18 -
Malperek ji bo tomar kirina alîkariya darayî ji qurbaniyên lehiyê re tê vekirin
04:02 PM - 2025-12-18 -
Wênekêş ji her çar perçeyên Kurdistanê di Roja Alayê de
08:25 PM - 2025-12-17 -
Ala Kurdistanê ji aliyê dîrok, guhertin, sembol û diyarkirina roja alê ve
05:41 PM - 2025-12-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:19 PM - 2025-12-18 Parêzgarê Helebceyê beşdarî lûtkeya bajarên herî bihêz ên cîhanê dibe
Şandeke Burda Ragihandinê serdana saziya Vîzyonê kir
04:27 PM - 2025-12-18
Berdevkê Fermî: Me Belgeyeke Danûstandinê Pêşkêş Kir û Mafê Xwe yê Hilbijartinê Bernade
11:34 AM - 2025-12-18
Saziya Serok Celal Talebanî û Pirtûkxaneya Nîştimanî ya Almanya yadeştnameya lihevhatinê îmze kirin
11:12 AM - 2025-12-18
Rifet Ebdulah: Ala Kurdistanê xala hevbeş û nasnameya me ya yekîtiyê ye
03:20 PM - 2025-12-17
zortrin xwendraw
-
Kurdistan
Nêrîn 05:28 PM - 2025-12-18 -
Berdevkê Fermî: Me Belgeyeke Danûstandinê Pêşkêş Kir û Mafê Xwe yê Hilbijartinê Bernade
Kurdistan 11:34 AM - 2025-12-18 -
Saziya Serok Celal Talebanî û Pirtûkxaneya Nîştimanî ya Almanya yadeştnameya lihevhatinê îmze kirin
Kurdistan 11:12 AM - 2025-12-18 -
Bêgerd Talebanî: Alîkariya Qubad Talebanî bo Çemçemal cotkaran jî digre
Kurdistan 04:47 PM - 2025-12-18 -
Malperek ji bo tomar kirina alîkariya darayî ji qurbaniyên lehiyê re tê vekirin
Kurdistan 04:02 PM - 2025-12-18 -
Şandeke Burda Ragihandinê serdana saziya Vîzyonê kir
Kurdistan 04:27 PM - 2025-12-18 -
Parêzgarê Helebceyê beşdarî lûtkeya bajarên herî bihêz ên cîhanê dibe
Kurdistan 08:19 PM - 2025-12-18


.jpg)



Aplîkêşin

