Ala Kurdistanê ji aliyê dîrok, guhertin, sembol û diyarkirina roja alê ve
Kurdistan 05:41 PM - 2025-12-17
PUKMEDIA
Ala Kurdistanê
Di demên
kevnar de, armanca sereke ya alê gazîkirin û rêberîkirin, yan jî ji bo komek
mirovan bû,her weha Împeratoriyên kevnar yên cîhanê, di dema şer û serketinên xwe
de, berî her tiştî alên dijminên xwe dadixistin û li şûna wan alên xwe bilind
dikirin, lê, ew niha sembol, nasname û serweriya gel, netewe û welatên cîhanê ye,
her welatek xwedan sembol û wateyên xwe yên taybetî ye, ji bilî vê niha zêdetir
berfireh bûye û partî, komaniya, yaneyên werzîşê û saziyên akademîk xwedî alên
xwe ne, derbarê ala Kurdistanê de, em dixwazin bala we bikişînin ser van
agahdariyan li ser dîroka alê, guhertin û sembolên wê û dîroka ala Kurdistanê:
Ala
Kurdistanê Li Gorî Dîrokê:
Yekem: Di
Serdema Medan de:
Di Serdema Medan
de neteweya Kurd xwedî alayek sê-reng bû: zer li jor, sor li navîn û kesk li
jêr.
Li gorî
çavkaniyên dîrokî, piraniya alên eşîr û neteweyên Arî ji rengan pêk dihatin
(sor, spî, zer, kesk, şîn). Dewleta Med di sala 700 berî zayînê de hate
damezrandin, dema ku wan Asûriyan têk birin, ala xwe bilind kirin.
Duyem: Ala
dewleta Eyûbîiyan
Eyûbîyên
Dîyarbekir, Miyafarqîn, Nisêbîn, Şam û Yemenê her yek ji wan ala xwe hebû, lê
di dema Selahedîn de, Eyûbiyan alayek yekane hebû ku ji alayek kesk ya dor û
dirêj pêk dihat, li ser Kesk bi rngê Reş û li ser du hêlên Zer bi
zimanê Erebî hatiye nivîsandin (لا الە الا اللـە) Li jora alê rojeke zer di
heyvekê de hebû.
Sêyem: Ala
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê 1922:
Di Cotmeha
1922an de, Şêx Mehmûd ala Kurdistanê bilind kir û Hikûmeta Kurdistana Jêrîn ragihand,
ku ji textekî kesk, çemberekî sor û heyvek spî ya di navîn de pêk dihat.
Çaremîn: Ala
Komara Kurdistanê:
Bi
damezrandina Komara Kurdistanê di 22ê Çileya 1946an de, ku bajarê Mehabadê, paytexta
wê, Ala Serxwebûna Kurdistanê hate bilindkirin, ku heman alaya ku di sala
1919an de ji hêla Komeleya Rêxistinên Civakî ve bi guhertinên piçûk hatibû
çêkirin bû, al li jor sor, li navîn spî, li jêr kesk e, û li navîn û li ser spî du
kulîlkên genim, pênûsek û roj hebû.
Pêncemîn:
Ala Kurdistanê ya niha:
Parlamena
Kurdistanê bi biryara xwe ya hejmar 48 ya 19ê Hezîrana 2004an 17ê Kanûnê wekî
ala Kurdistanê ragihand, di sala 1999an de, yasaya hejmar 4 li ser ala
Kurdistanê hat derxistin.
Ev roj di sala 1945an de, 35 roj berî damezrandina Komara Kurdistanê,
hate destnîşankirin, dema ku saziya dawîn ya saziya hikûneta paşayetî li ji
Mehabadê hate rakirin û ala Kurdistanê li ser şaredariya Mehabadê hate
bilindkirin, ala Kurdistanê li jor sor, li navîn spî û li jêr sor e. Li navîn rojek
bi 21 tîrêjan heye, ku sembola Newrozê ye.
Wateya çar rengên ala Kurdistanê:
Sor: Sembola şoreşgerî û xwîna şehîdên neteweya Kurd ji bo mafên xwe ye.
Spî: Sembola aştî û asayîşê ye ku neteweya Kurd her tim aştîxwaz bûye.
Kesk: Ji xwezaya Kurdistanê tê û sembola jiyanê ye.
Zer: Roja 21emîn ya neteweya Kurd sembola pêşeroja neteweya Kurd e û her
wiha sembola 21ê Adarê ye, ku dibe cejna neteweyî ya Kurdistanê, Nevroz.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

