Encamnameya Konferansa Destpêşxeriya Yekîtiya Jinên Kurd li Ewropayê
Kurdistan 01:26 PM - 2025-12-16
ANF
Dîmenek ji konfransa jinan
Encamnameya
Konferansa Destpêşxeriya Yekîtiya Jinên Kurd li Ewropa ya li Hollanda hatîlidarxistin,
hate eşkerekirin ku têde hatiye: Armanca konferansê avakirina yekîtiya neteweyî
ya jinên Kurd yên li Ewropa ye.
Roja 13’ê Kanûna 2025’an li Hollanda Konferansa
1’emîn ya Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd ya Ewropa bi beşdariya 154 jinên Kurd
hat lidarxistin.
Encamname bi vî rengî ye:
Ji bo pêşeroja jinên Kurd li Ewropa di konferansa
1’emîn ya Destpêşxeriya Yekitiya Jinên Kurd li Ewropa de ev biryar hatin
girtin:
1. Di konferansê de biryar hat girtin ku Yekîtiya
Netewî ya Jinên Kurd a li Ewropa êdî wek platform kar û xebatên xwe bimeşîne.
2. Biryar e ji bo bi rêvberiya kar û xebatên
platformê rêveberiyeke ji 21 kesan pêk tê were hilbijartin.
3. Jinên Kurd li Erwropa li hemberî hemû şewazên
êriş, destdirêjiyên li ser nirxên jinan û neteweyî hişyar in û xwedî helwest in,
ji bo vê xwepeşandanên bi rihê yekitiya neteweyî dê pêk bînin.
4. Jinên Kurd li Ewropa xwe li hemberî pêşketin,
qeyran û şerê li ser Kurdistanê berpirsiyar dibînin û ji bo aştiyê dê bi hevre
têbikoşin û ji bo wê li Ewropa karên siyasî, civakî û dîplomatîk dê zêdetir
werin kirin.
5. Jin, piştgiriyeke çalak dê bidin pevajoya nû ya
ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê; û dê ji bo peşîgirtina
hemû metirsiyên li Rojavayê Kurdistanê hewleke netewî bê dayin; ji bo parastina
pêgeha heyî ya Başûrê Kurdistanê dê bi yek dengî li ber xwe bidin; û li
hemberî zor û zexta dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê têkoşînê li ser asta
neteweyî bi hêztir bikin.
6. Li dijî tundiyê divê têkoşîneke hevbeş bê dayîn
û mafê jinan bê parastin.
7. Li dijî hemû şîdeta dewletên dagirker li ser
jinên Kurd pewîste bi têkoşîna dîplomatîk-siyasî di nav saziyên navdewletî de
li Ewropa kar bên bi rêve birin.
8. Ji bo bi hêzkirina pêywendiyên di navbera jinên
ji çand, bawerî û neteweyên din yên li Ewropa de danûnstandinên dostanî û
hevaltiyê bên pêşxistin.
9. Divê li hemberî pirsgirêkên jinên li derveyî
welat pêre rû bi rû dimînin (bişaftin-asîmîlasyon, nijadperestî), li hemberî bişaftinê
helwesteke hevbeş bê nîşandan.
10. Ji bo pêşxistin û pesendkirina fermî ya çand,
bawerî û zimanê Kurdî li welatên Ewropa divê kar û xebatên hevbeş bên kirin
û bang li hemû malbatên Kurd dikin ku ji
bo parastina ziman û nasnameyê erka xwe bi cih bînin.
11. Divê jinên Kurd li derveyî welat (Ewropa), ji
bo aboriya xweser (autonom) projeyên hevbeş pêş bixin, her wiha ji bo projeyên
ji bo alikariya jinên Kurd yên li welat jî xwedî helwesteke xurt bin.
12. Divê di nava her mercan de, mafê jinan yên
siyasî, aborî, civakî, bi têkoşîneke hevbeş bê parastin.
13. Di konferansê de bang hat kirin ku demeke
zûtirîn konferanseke neteweyî di asta Kurdistanê de bê komkirin, yekîtiya
neteweyî bê xurtkirin û jin jî wek pêşeng di nav de cih bigirin.
14. Ji bo rojevkirina mijarên hevbeş (koçberî,
tundî, aborî, çand û ziman û hwd.), bi awayekî demdirêj, demokrat, semîner,
komxebat bên plansazkirin.
15. Ji bo bîra jinan ya hevpar bê xurtkirin,
xebatên arşîvî bên çêkirin.
16. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ku heta niha wek
civak rastî 72 ferman-jenosîdan hatine, platform li ser asteke neteweyî û
navneteweyî bixebite.
17. Ji bo konferans, semîner û panelên ji îro pêde
werin lidarxistin, dê zimanê Kurdî bi her sê zaraveyên xwe (Kurmancî, Soranî û
Zazakî) cih bigire.
18. Platform, ji bo karesata lehiyê ya li Çemçemal
û Kerkûkê çêbûyî ku bûye sedema malwêranî û windahiyan, sersaxiyê dixwaze û êşa
malbatan parve dikem ,herwiha banga alîkariyê dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

