Serdanên Qubad Talebanî bo Bexdayê ji mûçeyan heta hikûmeteke bihêz

Kurdistan 11:13 AM - 2025-12-08
Qubad Talebanî Nivîsgeha rojnamevanî yê Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, endamê Buroya Siyasî ya û berpirsê mekteba sekreteriyê ya Serok Mam Celal, ji bo gotûbêjkirina avakirina hikûmeta Îraqê ya bê, bi serokatiya şandeke payebilind ya Yekîtî sardana Bexdadê kir, ji bo hevdîtinê digel serkirdeyên aliyên siyasî yên Îraqê.

Ev serdana yekem a Qubad Talebanî bo Bexdayê ye, piştî hilbijartinên parlementoyê yên 11ê Mijdara 2025an, ku niha partiyên siyasî yên Îraqê hewlên xwe ji bo avakirina hikûmeteke nû zêde kirine.


Qubad Talebanî: Îraq pêdivî bi hikûmetek bihêz heye

Şandeke payebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê bi Musene Semaray serokê hevpeymaniya Azm re civiya da ku li ser avakirina hikûmeta Îraqê ya bê gotûbêj bikin.

Di civîna ku êvara Duşemê (8/12/2025) pêk hat de, her du alî li ser pêwîstiya avakirina lihevkirinek bilez di navbera hemî aliyan de ji bo avakirina hikûmetek ku ji bo hemî civakan têrker be li hev kirin.

Talebanî nerîn û bernameya YNKê ji bo çawaniya avakirina hikûmeta pêşerojê rave kir û got ku Îraq pêdivî bi hikûmetek bihêz û bi bandor heye ku ji aliyekî ve serwerî û serxwebûna Îraqê biparêze û ji aliyê din ve gavên cidî ber bi pêşkeftina aborî ve bavêje.

Serokê şandeya YNKê got ku ew amade ne ku bi hemî aliyan re bixebitin û hevkariyê bikin da ku di zûtirîn dem de bigihîjin rêkeftinek berfireh ji bo avakirina hikûmeta Îraqê ya bê.

Qubad Talebanî: Çareseriya pirsgirêkan di pabendbûna bi destûrê de ye

Şandeyeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê bi Serokê Rewta Hikmeta Neteweyî Seyd Emar el-Hekîm re civiya.

Di civîna ku roja Duşemê (8ê Kanûna Pêşîn a 2025an) pêk hat de, li ser gavên avakirina hikûmeta Îraqê ya bê nêrîn hatin parvekirin. Her du aliyan tekez kirin ku pêwîst e hemû partiyên Îraqî, bêyî bêy cudahî, bi hev re bixebitin da ku li gorî encamên hilbijartinê û li gorî berjewendiyên herî baş ên Îraqê, bi awayekî ku hemû civakên Îraqî razî bike, hikûmetek ava bikin.

Qubad Talebanî destnîşan kir ku "YNK bawer dike ku çareseriya piraniya pirsgirêkên Îraqê, di nav de pirsgirêkên çaresernebûyî di pabendbûna bi destûrê û bicîhanîna hemû bendên wê de ye.

Wî her wiha tekez kir ku pêwîst e "di navbera partiyên Îraqî de lihevkirinek xurt çêbibe, da ku heke ev lihevkirin neyê bicîhanîn, hikûmeta bê li gorî wê berpirsiyar were girtin.

Qubad Talebanî: Divê budçe nebe mijara nekokiyên siyasî

Şandeke bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê bi Mihemed Şeya Sûdanî serokê Hevpeymaniya Nûavakirin û Geşepêdanê, re civiya.

Di civîna ku roja Duşemê (8/12/2025) hat lidarxistin de, her du aliyan lidarxistina serketî ya hilbijartinên parlemanî wekî destkeftiyek girîng a demokratîk ji bo tevahiya gelê Îraqê bi nav kirin û hêvî kirin ku partiyên Îraqî li gorî encamên hilbijartinê û li ser daxwazên welatiyan û pêdiviyên Îraqê divê di zûtirîn dem de bigihîjin rêkeftinekê ji bo avakirina hikûmetek bi hêz ku bikaribe bêyî cudahî xizmetê ji hemî herêmên Îraqê re bike.

Qubad Talebanî, dîd û bernameya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo avakirina hikûmeta bê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de eşkire kir. YNK bawer dike ku divê hikûmeta bê ji aliyekî ve ji bo parastina serwerî û serxwebûna Îraqê û ji aliyê din ve zemîneke guncaw ji bo pêşkeftina aborî li hemî herêmên Îraqê biafirîne, hewldanên cidî bike.

Wî her wiha got ku YNK tekez dike ku divê pêşîniya herdu hikûmetên bê ew be ku pirsgirêkên di navbera wan de, bi taybetî jî pirsgirêka budceya herêmê, di zûtirîn dem de çareser bike û got: Budce wekî mafekî destûrî yê welatiyên Kurd divê nebe mijara nekokiyên siyasî.

Qubad Talebanî û Malikî: Afirandina lihevkirinekê ji bo avakirina hikûmetek bihêz

Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Birêz Qubad Talebanî îro Duşemê 8ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Bexdayê bi Birêz Nûrî Malikî, serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê re civiya.

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê bûn. Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya çêkirina lihevkirinekê di navbera hemû hêz siyasî û pêkhateyên Îraqê de kirin da ku hikûmetek bihêz û bibandor ava bikin ku piştgiriyek berfireh werbigire.

Di vê çarçoveyê de, serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê rol û pêgeha Serok Mam Celal di xurtkirina yekîtîyê di navbera her du warên siyasî yên Kurd û Îraqê de bi bîr xist, û girîngiya pejirandina heman rêbazê di qonaxa niha de ji bo bidestxistina lihevkirinekê û avakirina hikûmeta pêşerojê tekez kir.

Ji aliyê xwe ve, Qubad Talebanî amadebûna YNKê ji bo peydakirina her cûre piştgirî û hevkariyê ji bo partiyên din ên siyasî da ku bigihîjin rêkeftinek xurt û berfireh li ser mekanîzmaya avakirina hikûmeta nû anî ziman.

Qubad Talebanî: YNK digel hikûmetek bihêz û bi bandore

Bi mebesta gotûbêjên li ser çawaniya avakirina hikûmeta bê ya Îraqê şandeyek bilind ya YNK digel Hadî Amirî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Bedir civiya û pirsa pêkanîna hikûmeta Îraqê ya bê gotûbêj kirin.

Di civîna ku şeva Yekşemê, 7ê Kanûna Pêşîny a 2025an li Bexdayê pêk hat de, Qubad Talebanî ragihand YNKê alîgirê hikûmeteke bihêz û bikêrhatî ye ku hêviyên gelê Îraqê bicîh bîne û bêyî cudahî xizmetê ji hemû netewe, ol û pêkhateyan re bike.

Qubad Talebanî li ser pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ragihand ku, paşdaxisitina zêdetir di çareserkirina pirsgirêkan de dê zirarê bide tevahiya Îraqê û divê pêşîniya yekem ya her du hikûmetên pêşerojê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ew be ku pirsgirêkên di navbera xwe de li ser bingeha destûrê çareser bikin  û berî her tiştî, divê budçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê bi nakokiyên siyasî re neyên tevlihevkirin.

Qubad Talebanî got ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bawer dike ku Îraq divê ber bi pêşkeftina aborî ve biçe û ji bo vê armancê, divê hikûmeta pêşerojê bi awayekî wekhev li hemû herêmên Îraqê binêre û şert û mercên guncaw ji bo pêşveçûn û veberhênanê peyda bike.

Her di civînê de, endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina têkiliyên di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de bi taybetî, têkiliya kûr û demdirêj a di navbera YNK û partiyên Şîe de ji bo avakirina hikûmeteke hevpeymanî ya rastîn û bihêz ku bikaribe xizmeta her kesî bike û Îraqê ber bi aramiya siyasî û aborî ya mezintir ve bibe.


Qubad Talebanî: Dabînkirina budce û mûçeyên Herêmê erkê hikûmeta bê ya Îraqê ye

Di çarçoveya sardana bo Bexdayê de, şanda payebilind ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) digel Qeys Xezelî Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaib civiya.

Di civîna ku şeva Yekşemê (07-12-2025)an li Bexdayê pêk hat de, Qubad Talebanî serkeftina hilbijartinê lê pîroz kir, her wiha wî nêrîn û bernameya YNKê ji bo pêşeroja Îraqê û pêşeroja têkiliyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê zelal kir û got: YNKê Bexdayê wekî kûrahiya xwe ya stratejîk dibîne û li gorî wî ku divê hemû pirsgirêkên li Îraqê, tevî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, di nav Îraqê de, li gorî destûrê û li ser bingeha berçavgirtina berjewendiyên bilind yên tevahiya Îraqê werin çareserkirin.

Derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê de, Qubad Talebanî got ku Îraq hewceyê hikûmeteke bihêz û çalak e ku bikaribe serwerî û serxwebûna Îraqê biparêze û ji aliyê din ve, pêngavên bingehîn ji bo pêşxistina aboriya Îraqê bavêje.

Her weha askere kir ku daxwaz û siyaseta YNKê Îraqeke bihêz bi aboriyeke bihêz û aram e ku têde pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çareser bûne bi taybetî budçe û mûçe, ku mafekî destûrî yê welatiyên Kurdistanê ye û erkê hikûmeta Îraqê ya bê ye ku budçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê dûrî nakokiyên siyasî dabîn bike.

Qubad Talebanî:Budçe mafê gele nabe tevlî nakokiyên siyasî bê kirin

Qubad Talebanî, endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi serokatiya şandeyeke payebilind sardana Bexdayê kir di wêstgeha yekem ya serdana xwe de, ew bi Serokê Civata Bilind ya Dadweriyê ya Îraqê Fayêq Zêdan re civiya.

Di civînê de, ku êvara Yekşemê, 7ê Kanûna Pêşîn ya sala 2025an de hat lidarxistin, li ser hilbijartinên Civata Nûneran ya Îraqê gotûbêj hat kirin û her du alî li hev kirin ku bi rêveçûna Hilbijartin destkeftiyek girîng ya demokratîk e ji bo tevahiya gelê Îraqê û wan hêvî kir ku li gorî encamên hilbijartinê hikûmetek pêk bînin ku li gorî hêvî û razîbûna hemû pêkhatên Îraqê be.

Qubad Talebanî got ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bawer dike ku beşek mezin ji pirsgirêkên li Îraqê, di nav de pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, dê bi vegera ser destûrê çareser bibin Ji ber vê yekê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pabendbûna bi destûrê û cî bi cîkirin hemû madeyên destûrê wekî tekane çareseriya çareserkirina pirsgirêkan û ber bi Îraqeke aramtir û pêşkeftîtir ve dibîne.

Di beşek din a civînê de, serokê şanda YNKê tekez kir ku YNKê rijde ku divê pêşîniya yekem ya hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê û Bexdayê çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de be bi taybetî divê budçe wekî mafekî destûrî yê gelê Kurdistanê neyê tevlî nakokiyên siyasî.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket