Salek piştî rûxana rêjîma Esed, çi li Sûriyê hat guhertin?

Cîhan 10:49 AM - 2025-12-08
Sûriyê PUKMEDIA

Sûriyê

Sûriyê

Rêjîma Beşar Esed roja 8ê Kanûna Pêşîn ya sala 2024an de bi dawî bû, û dawî li pêncî salan desthilatdariya malbata Esed û Partiya Beis anî ku guhertinên berçav li wî welatî rû dan, lê guhertinan welat ne aniye ber bi qeraxa aştiyê ve, û civak bûne sedema pevçûnan û bêtehamulî bûye taybetmendiyek berbiçav ya civaka Sûriyê.

Rêjîma Beisê rûxiya û Esed jî reviya derveyî welêt 

Roja 8ê Kanûna Pêşîn ya 2024an de, Desteya Rizgariya Sûriyê û hêzên din yên li dijî hikûmeta Beşar Esed çûn nav Şamê paytexta Sûriyê û hilweşîna hikûmeta Beşar Esed ragihandin, hevdem deriyên zîndana Seydnaya hat şikandin û bi sedan zîndanî hatin azadkirin, û li Dîmeşq û bajarên din peykerên malbata Esed hatin rûxandin ku hêmayê bi dawî hatina wê rêjîmê bû.

Rêjîma Esed di 12 rojan de bi dawî bû, ku çi kesî û heta cîhanê jî hêvî nedikir, destpêka operasyona grûpên çekdar yên Sûriyê vedigere êrîşa mûşekî ya artêşa Sûriyê di 26ê Mijdara 2024an de ku bajarê Erîhayê yê Idlibê kir armanc, di êrîşê de 16 kes hatin kuştin û birîndar bûn û roja din grûpên çekdar jî operasyoneke dij-dijminane ragihandin,û Wan 20 gund û bajarok li Heleb û Îdlibê kontrol kirin. Di 28ê Gulanê de, wan tevahiya bajarê Helebê girt û pêşveçûnên xwe berdewam kirin û roja 30ê Gulanê, ew gihîştin Hemayê û alavên leşkerî yên artêşa Sûriyê desteser kirin û roja 5ê Kanûna Pêşîn ya sala 2024an wan girtina bajarê Humsê ragihandin, û bi vî awayî ketina Dîmeşqê hêsan kirin.

*Her roja (05-12-2025) an Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) êrîşî çeperên hikûmeta Sûriyê yên li nêzîkî Reqayê kirin û hikûmet jî neçar kirin ku paşve vekişe.

*Hêzên hikûmeta Sûriyê di 06ê Kanûnê de bêyî sedemek eşkere ji Suweyda vekişiyan.

*Roja 7ê Tîrmehê, hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarê Quneytra, li hember bilindahiyên Golanê, bi lez û bez têk çûn û çekdar ber bi Dîmeşqê ve pêşve çûn û roja 8ê Kanûna Pêşîn ya sala 2024an de, Beşar Esed welat bi cih hêla.

Qonaxeke nû li Sûriyê dest pê kir.

Di destpêka sala 2025an de, rêveberiya nû ya Sûriyê Ehmed Şereh wek serokê demkî yê Sûriyê hilbijart û hemû desthilatên serokatiyê da wî û paşê hikûmeta demkî ya Sûriyê ava kir, lê hikûmetê nûnerayetiya pêkhateyên cuda yên Sûriyê nekir û roja 13ê Adarê destûra nû ya Sûriyê îmze ki ku bû sedema gelek ne razîbûnan, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ku bi Human Rights Watch tl naskirin ragihand ku destûra nû serxwebûna dadgehan armanc digire û desthilatên pir zêde dide serokomar.

Sizayên li ser Sûriyê hatin rakirin

Amerîka beşek ji sizayên bi navê "Sezar" ku bi Qeyser tê naskirin ji bo 180 rojan rakirin û rakirina yên mayî jî, ku ji sala 2008an vir ve li ser welêt hatibûn ferzkirin, merc danî.

Hevdem Brîtaniya di heyva Nîsan ya hemanê sale sizayên xwe rakir û Yekîtiya Ewropa di heyva Gulanê de sizayên aborî yên li ser Sûriyê rakir, di heman demê de Amerîka û Brîtanya daxwaz jii Civata Asayîşê kirin ku sizayan rakin, her wiha wan siza li ser Ehmed Şereh rakir, ku Washingtonê ji bo agahiya ku bibe sedema girtin an mirina wî 10 milyar Dolar xelat pêşkêş kiribû.

Ev pêngav bûn sedem ku Ehmed Şereh cilên xwe yên leşkerî bavêje û bi cilên fermî xuya bibe piştre ew cara yekem li Erebistana Siûdî bi Serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtin kir, her wiha, Şereh dest bi serdana welatên Ereb û navneteweyî kir û peywendiyên xwe berfireh kir.

Sûriye nebû welatekî aram

Pêmgavên şereh yên ji bo asayîkirina peywendiyên  welat aram nekir, û Îsraîlê di demek kurt de baregeh û bingehên wê yê esmanî kirin armanc,û hemû şiyanên wê yên esmanî  ji holê rakirin, ji bilî vê yekê ku ber bi başûrê Sûriyê ve çû û çend deverên din yên li Bilindahiyên Golanê kontrol kir.

Li navxwe jî, di Adara 2025an de li rojavayê Sûriyê, ku wekî perav û piraniya pêkhateyên olî ya Elewiyan tê zanîn, pevçûnên navxweyî di navbera civakên olî û etnîkî de dest pê kirin ku zêdetirî 100 kes hatin kuştin, piştre li parêzgeha Suweydayê pevçûn çêbûn, ku piraniya wan ji civaka Durzî bûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di vê heyamê de 388 tawan hatin encamdann,ku 449 kes hatine kuştin, ji bilî vê 665 kes ji ber bermahiyên şer canê xwe ji dest dan û hejmara windahiyan zêde dibe.

Şereh pêngavên cidî ne avêtiye

Derbarê danûstandina digel aliyên Kurdî re ku ji aliyê Hêzên Demokratîk yên Sûriyê ve tê temsîlkirin, hikûmeta Şereh çi pêngavên cidî ji bo dayîna mafên Kurdan ne avêtiye di pêkanîna hikûmeta demkî û ragihandina destûrê de behsa nûnerayetî û mafên Kurd ne hat kirin , her weha Hilbijartinên Civata yasadanînê ya Sûriyê, parleman û herêmên rojava ne hatin lidarxistin ji bilî redkirina Sûriyeyek e ne navendî, wan tenê Rêkeftina 10ê Adarê bi Mezlum Ebdî re îmze kirine ku ev yek bû sedema rawestandina şer, ku bi tevahî ne hatiye cî bi cî kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket