Qubad Talebanî:Budçe mafê gele nabe tevlî nakokiyên siyasî bê kirin
Kurdistan 09:43 PM - 2025-12-07
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi Serokê Civata Bilind ya Dadwerî ya Îraqê re civiya
Qubad Talebanî, endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi serokatiya şandeyeke payebilind sardana
Bexdayê kir di wêstgeha yekem ya serdana xwe de, ew bi Serokê Civata Bilind ya
Dadweriyê ya Îraqê Fayêq Zêdan re civiya.
Di civînê de, ku êvara Yekşemê, 7ê Kanûna Pêşîn ya
sala 2025an de hat lidarxistin, li ser hilbijartinên Civata Nûneran ya Îraqê gotûbêj
hat kirin û her du alî li hev kirin ku bi rêveçûna Hilbijartin destkeftiyek
girîng ya demokratîk e ji bo tevahiya gelê Îraqê û wan hêvî kir ku li gorî
encamên hilbijartinê hikûmetek pêk bînin ku li gorî hêvî û razîbûna hemû pêkhatên
Îraqê be.
Qubad Talebanî got ku Yekîtiya Niştîmanî ya
Kurdistanê (YNK) bawer dike ku beşek mezin ji pirsgirêkên li Îraqê, di nav de
pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, dê bi vegera ser destûrê
çareser bibin Ji ber vê yekê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pabendbûna
bi destûrê û cî bi cîkirin hemû madeyên destûrê wekî tekane çareseriya
çareserkirina pirsgirêkan û ber bi Îraqeke aramtir û pêşkeftîtir ve dibîne.
Di beşek din a civînê de, serokê şanda YNKê tekez
kir ku YNKê rijde ku divê pêşîniya yekem ya hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê û
Bexdayê çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de be bi taybetî divê budçe
wekî mafekî destûrî yê gelê Kurdistanê neyê tevlî nakokiyên siyasî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

