Ji bo pêşeroja Îraqê Şîe û Sunnî yekgirtî ne lê Kurd ne yekgirtî ye

Kurdistan 05:07 PM - 2025-11-24
Nexşe û Ala Îraqê PUKMEDIA

Nexşe û Ala Îraqê

Şîeyên Îraqê ji bo avakirina hikûmeta nû fraksiyona herî mezin ya parlemanî ava kirine, di heman demê de Sunniyan civata Siyasî ya nîştimanî ava kirine,ev yek jî di demekê de ye ku aliyên Kurdî hîna ne yekgirtî ne ji bo beşdarbûna di hikûmetê de, û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wekî her carê tekez li ser yekîtî û hêza Kurdan li Îraqê dike.

Qubad Talebanî: YNKê ji bo diyalogê amade ye

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ragihand ku avakirina hikûmeta nû ya Îraqê pêdivî bi diyalogê heye û divê hemû alî beşdar bibin daku bibin xizmetkarekî baş yê gel, ji bo vê yekê jî pêwîstiya me bi yekîtiyê heye û YNK jî her tim ji bo diyalogê amade ye.

Pîre: Divê aliyên Kurdî bi awayekî yekgirtî biçin Bexdayê

Xelkê Herêma kurdistanê li bendê ye ku aliyên Kurdî bi yekîtî biçin Bexdayê û girîng e ku Kurd bi yek pakêt mafên xwe li Îraqê bixwazin.
Seidî Ehmed Pîre, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), ragihand ku xelk li bendê ye ku serkirdayetiya Kurd bibe du beş, ya yekem di asta hemû aliyan de û ya duyem jî di asta diyalogê de û divê aliyên Kurdistanî bi yekîtî biçin Bexdayê.

Her weha got: Girîng e ku Kurd mafên xwe li Îraqê bi pakêtek daxwaz bikin, û ya girîngtir, YNKê û KDP bi hevre yasayan, bi taybetî yasaya budçeyê û para Kurdan di budçeyê de, aram bikin,û hewl bidin ku mafên darayî yên mûçexweran, bicîhanîna madeya 140, mafên darayî yên Pêşmerge, mîratgirên şehîdan û perwerdehiyê ji bo nifşên me yên pêşerojê bi dest bixin, ji ber ku di dawiyê de em dikarin bi hevre li Turbîna Bexdayê bihêz bin.

YNKê herdemê digel yekrêziya Kurd bû li Bexdayê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her tim li Îraqê, bi taybetî jî li deverên nakok, piştgiriya yekîtîya Kurdan kiriye, lê ne yekîtîya Kurdan her tim ziyan daye wan deveran.

Dr. Edalet Abdulah, Cîgirê Berpirsê Mekteba Ragihand û Hişyariyê ya YNKê, ji PUKMEDIA re ragihand ku, aliyên siyasî yên Îraqê dest bi tevgerên siyasî kirine daku di hikûmeta bê de bi qasî ku pêkan e ji bo xwe kêm bikin, ji ber vê yekê divê aliyên Kurdî jî gavên xwe bavêjin û pêgeha Kurd di hikûmeta bê ya Îraqê de xurt bikin.

Her weha amaje bi wê yekê kir ku, eger Kurd bi yekîtî biçin Bexdayê, helwesta wan dê bihêztir bibe û YNK jî ew hêza neteweyî ye ku her timî bi yekîtîya Kurdan re bûye,lê, li Bexdayê û deverên Kurdî yên li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyên wekî PDKê her tim pirsgirêkan çêkiriye û rê li ber yekbûna Kurdan li Bexdayê vekiriye, ji ber vê yekê divê ew berpirsiyariyê bigire ser xwe û êdî zirarê nede pêgeha Kurdî.

Şîeyan mezintirîn fraksiyona parlemanê pêk aniye

Şeva 17-11-2025 an endamên Çarçoveya Hehamehngî ku ji Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî, Sekreterê Giştî yê Bedir Hadî El Amirî, Serokê Hevpeymaniya Eta û Heşda Şeibî Faleh Feyaz, Serokê Civata Bilind ya Îslamî Humam Hemûdî, serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm û sekreterê giştî yê Hevpeymaniya Stratejiya Neteweyî Ebdul Seîd Firêcî ji bo avakirina mezintirîn fraksiyona parlemanî ji bo hikûmeta nû ya Îraqê civiyan.

Sunniyan Civata xwe ya Siyasî ya Nîştimanî pêk anî

Di vê navberê de, aliyên Sunnî yên wekî Partiya Teqedum, Partiya Ezim, Hevpeymaniya Siyade, Hevpeymaniya Hesim ya Wetenî û Partiya Cemahîr duh êvarê ji bo avakirina civatek siyasî ya nîştimanî ji bo beşdarbûna di hikûmeta bê ya Îraqê de civiyan.

Şîe û Sunnî hewl didin xwe xurt bikin, lê tiştê ku hîna jî parçe ye mala Kurdan e, di demekê de ku YNKê her tim hewl daye ku mala Kurd ji bo Bexdayê bike yek û bawer dike ku hemû partî bi hevre dikarin ji bo xelkê xwe bêtir tiştan bi dest bixin û mafên me yên rewa biparêzin.

Xelkê Herêma Kurdistanê di Hilbijartina Civata Nûneran de yan 11ê Mijdarê de çûn ser sindoqên dengdanê û niha li benda aliyên Kurdî ne ku bi yekîtî biçin Bexdayê,Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) her tim ji bo danûstandinan di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de amade bûye, daku ew bikaribin bi yekdengî û pakêtek li Bexdayê kar bikin daku hemû maf û îmtiyazên xelkê bixin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket