Serokê Çînê bo Trump:Vegera Taywan bo Çînê beşek ji pergala navneteweyî ye
Cîhan 09:11 PM - 2025-11-24
Reuters
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping
Ajansa nûçeyan ya Çînê Xinhua ragihand ku Serokê Çînê Xi Jinping îro roja
Duşemê di pêwendiyeke telefonî de ji Serokê Amerîka Donald Trump re gotiye: Vegera
Taywan bo Çînê" pêkhateyeke bingehîn a rêziknameya navneteweyî ya piştî
Şerê Cîhanê yê Duyemîn e,li gorî raporta ajansa nûçeyan ya welatê Çînê.
Her weha Xi gotiye: Çîn û Amerîka carekê li dijî faşîzm û mîlîtarîzmê mil bi
mil şer dikirin, û divê niha jî bi hevre kar bikin daku encamên Şerê Cîhanê yê
Duyemîn biparêzin.
Çîn Taywanê wekî beşek ji axa xwe dibîne û bikaranîna hêzê ji bo kontrolkirina
giravê red ne kiriye,lê hikûmeta Taywanê îdiayên serweriya Pekînê red dike û tekez
dike ku tenê gelê giravê dikare pêşeroja xwe diyar bike.
Ev banga telefonê di demekê de tê ku Çîn di salên dawî de bi Japonya re di
navbera xwe de nakokiya dîplomatîk ya herî cidî ya piştî ku Serokwezîrên
Japonya Sanae Takaichi got:Êrîşeke Çînê ya li ser Taywanê dikare bibe sedema
bersiveke leşkerî ji Tokyo.
Xi û Trump herî dawî di 30ê Cotmehê de li Koreya Başûr civiyan piştî çend mehan
ji aloziyên aborî yên ku ji ber tedbîrên gumrikê yên Trump çêbûn,ji wê demê ve,
Çînê kirîna soyaya Amerîkî ji nû ve dest pê kir û sînorkirinên berfireh yên li
ser hinardekirina erdên nadir rakir, di heman demê de Amerîka bacên gumrikê li
ser kelûpelên Çînî bi rêjeya %10 kêm kirin.
Xi aşkere kir ku peywendiyên dualî ji civîna Seulê vir ve "stabîl bûne û
baştir bûne her weha ji Trump re got:Rastî careke din nîşan didin ku hevkarî
sûdê dide her du aliyan, lê pevçûn zirarê dide her duyan,û her du neteweyan
teşwîq kir ku hewldanên xwe yên avaker bidomînin û hevkariyê berfireh bikin.
Her du serkirdeyan her wiha li ser şerê li Ukrayna gotûbêj kirin û Xi
piştgiriya Çînê ji bo hemî hewildanên ku ji bo aştiyê ne dubare kir û bang li
hemî aliyan kir ku ji bo kêmkirina nakokiyên xwe kar bikin.
Çavkanî: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

