Dahatên ne-petrolê yên meha Îlonê xistin ser hesabên darayî yên Îraqê

Kurdistan 11:29 AM - 2025-11-19
Dînarên Îraqî PUKMEDIA

Dînarên Îraqî

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 19ê Mijdara 2025an, veguhestina dahatên ne-petrolê bo hesabê hikûmeta federal ragihand.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla PUKMEDIA ve hatiye bidestxistin, Wezareta Darayî got: 120 milyar dînar dahatên ne-petrolê bi pereyê next bo hesabê Wezareta Darayî ya Federal li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Îraqê hatiye veguhestin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev mîqdar para xezîneya federal ji dahatên ne-petrolê yên Herêma Kurdistanê yên Îlona 2025an temsîl dike."

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket