Rapora nîvro ya Komîsyonê: Beşdarbûna dengdêran %23.9 e
Kurdistan 02:56 PM - 2025-11-11
Mekteba komîsyonê ya Silêmanî
proseya dengdanê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan rapora xwe ya
navîn a hilbijartinên parlementoya Îraqê yên 2025an roja Sêşemê 11ê Mijdara
2025an weşand.
Komîsyonê di belgeyekê de ku ji hêla PUKMEDIAyê ve hatiye
wergirtin, destnîşan kir ku rêjeya beşdarbûna dengdêran gihîştiye 23.90%, Li
Herêma Kurdistanê rêjeya beşdarbûnê bilindtir bû û gihîştiye %27.
Li gorî rapora komîsyonê, heta nîvro nêzîkî 4.8 milyon
dengdêran deng dane.
Dengdana hilbijartinên parlementoyê roja Sêşemê 11ê Mijdara
2025an demjimêr 7:00ê sibê dest pê kir û heta demjimêr 6:00ê êvarê berdewam dike.
Cumene El-Gelayî berdevka Komîsyonê ji PUKMEDIAyê re got: Hejmara
dengdêrên mafdar 20,263,773 e, li 18 navçeyên hilbijartinê, bi 8,703 navendên
dengdanê û 39,258 wêstgehan li seranserê
welêt belav bûye. Hejmara giştî ya namzedên hilbijartinê 7,743 e, ku ji wan
5,496 mêr û 2,247 jin in. Piştî ku dosyayên wan hatin nirxandin û prosedurên
qanûnî yên pêwîst bicîh anîn, 848 namzed hatin dûrxistin.
Namzed li 18 navçeyên hilbijartinê belav bûne û ji bo 329
kursiyên Meclîsa Nûneran pêşbaziyê dikin, ku 9 ji wan ji bo civakên Xiristiyan,
Êzidî û Feylî hatine veqetandin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê dê di nav 24
demjimêran de piştî girtina sindoqên dengdana giştî encamên pêşîn ên hem
dengdana taybet û hem jî ya giştî ragihîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

